meḧmeł û biraymî deştyan 2
biraym gutî:
«nabê bişkê qisey pyawane
emin becêm hêştuwe ’erz û mekane
biřo xatûn perîxanim bo bêne êrane
heta dinya xira debê lêman degêřnewe qisane
emin des hełnagirim; çunke mîr zorabxan mîrî çelyane».
ew qiseyeyan tewawkird beyekcarî
meḧmełî denardewe lebo şarî
řûy de şarî dekird, de xizmet xatûn perîxanê
îklamî dekêşa, bangyan kirde bałexanê
řoyan dena le dîwanê
xatûn perîxan deygut:
kwêxay ew şarey kwanê?
pêşkarî xom bo bang bikene meydanê
heman beserî xom swênd dedem, yan bequr’anê
emin temaḧme besefer biçim, neku mîrzorabxan pê bizanê
zigî sed kesî dediřim le dîwanê».
eger ew mesłe’etey kird tewawe
şew beser dahat û bangî şêwanî dirawe
dû hegbey le małe xoy le zêř û eşrefî kird tewawe
espî ḧidûdyan le xawê derhênawe
dû bedû swar debûn řikêfî xoyan lê dawe
şarî çelyan lewê becê mawe.
ke le eşkewtî bêşweyan barkird hîç kesêk neyzanî
xêłî xoy lê na bo şarwêranî.
heta ḧewt řojanî kes soraxî xatûn perîxanî nezanî
hełgîra û dad û dîwanî
şarî çelyan wext bû bibê wêrane
hîç kes nebû bika ḧukmane
lelayekî bû xanebgîrî, lelayekî bû fesadxane
hemû şarî çelyan buwe lotîxane
mexlûq dełê: «biła bes têk řabmênîn
«biła xeberêkî be mîr zorabxanê řabgeyenîn».
mexlûq heřay kird beřewanî
pak çuwe kin mîr zorabxanî:
«tû xanêkî bê mitmanî
ḧewałî şarî nazanî
şarêkî yekcar girane
lêy peydabû lotîxane
hîç kes nîye, bika ḧukmane
dyar nîye ew xatûn perîxane».
mîr zorabxan wa dezanê
dełê: «wekîl û wezîrî kwanê?»
nardî le dû wekîl û wezîrane
«werin biken tegbîrane
dełên şarekem wêrane
tegbîran biken tewawe,
bizanin, le şarî min çi qewmawe?
hełbet perîxan nemawe
ca bizanin cîhetî çîye
boçî ew şare xořayîye».
eger mîr ew qisey kird tewawe
kewłî beşanî dadawe
yekcar xoşî bû hengawe
xerqey lê becê mawe
gutî: «xułaye çi qewmawe?»
le derkî dîwanê řawestawe
gutî: «biçin kwêxa derkî bênin lewlawe».
çendî feřaş řawestawe
îklamî mîryan kêşawe
gutî: «kwêxa derk, emîndarî tewawe
boç wa dîwan hełgîrawe
ew şarem lê wergeřawe?
ḧîzbab! derit dênim hertik çawe
hełbet perîxan nemawe
boçit le min negêřawe?
derkî derwazey bike awa»
kwêxa derk, way cwab dawe:
«qurban! me’zûn nî biçî bewlawe
me’zûn nî yek hengaw biçîye
xatûn perîxan ḧakmî şarîye
çibkem, ewe ḧukmî wîye».
mîr gutî:
«ḧîzbab! eger wa beḧukme, boçî şarim xořayîye?»
gutî: «qurban! çibkem, destełat bedestî min nîye.
ewşew ḧewt şewe xatûn le małê nîye.
eger mîr ew qisey debîst tewawe
xedengî le cergî dirawe
dełê: «karêkî gewre qewmawe
çilon abřûman bû biławe
îxtyarim de mist kiçê nawe»
ḧewt şew û řojan tewawe
çendyan katîb dadenawe
çendî qaqez denûsrawe
le bo şaran beřê kirawe
hemû kes beser kirawe
cê û cîhetyan hemû tewawe
her cûte şwanekey eşkewtî bêşwey nemawe.
mîr dełê: «dîsan lêm şêwawe
degeł kirmancim lê qewmawe»
boxoy dîwanî danawe
çendî noker řawestawe
ta sałewext bû tewawe
tewaw debê sał lewane
ewcar şeřî meḧmeł û biraymî deştyane
meḧmeł dełê:
«qet gîrnabim lêrekane
ta deçmewe eşkewtî bêşwey cêy bab û bapîrane».
kake biraym degrye dełê: «eme dû kirmancîn xwêřîye
mîr zorabxan padşay şarîye
nabîne muqabîlî wîye
desełatim bedes nîye
dena dekujim meḧmełîye»
meḧmeł gutî:
«kak biraym gyane!
eşkewtî bêşwey cêy bab û bapîrane
çî dî gîrnabim lêrane
çî dî gîrnabim le cêy xemê
deçmewe xizmet mîrî gelêkî małî dinyaye dedemê».
biraym gutî:
«segbabe! çilonim dedwênê
mîr bo małî dademênê?
pekî kewtuwe le xezênê
ḧîzbab betacî û tułanman dexnikênê
xatûn perîxan aware demênê».
meḧmeł eger ew qisey bîstîye
ḧemayełî kirdewe le qołîye
swêndî xward bezatî řebbîye:
«lew şew bederewe gîrbûnim nîye
heta deçme eşkewtî bêşwey beyekcarekîye
bo xełqî nakem xořayîye
le zoran zor demrê, le keman kem demrîye
mîr eger dijminayetîm degeł naka, bemałî dinyayey dekem xenîye
ca lewî beder bizanim, qisey çîye».
ewê şewê ta beyanî biraym her degrîye
dełê: «serim çû beyekcarîye
meḧmełim çû çarem çîye?»
ke sibḧeynê řoj girtî qerare
kake meḧmeł bû sware:
«xatûn perîxan, nazdare
biła bo çelyan biçîne xware»
kake biraym zor giryawe
xoy awîte kin keyxuda û řidên sipîyan; çûn meḧmełî deştyan gêřawe
hênay ewê řojê qerarî degeł řonawe
biraym dełê:
«sibḧeynê birałe! małe xom bardekem deçînewe bewlawe».
sibḧeynê ke beyanî berdawe
nardî mał û dewłetî xoy hênawe
barî kird sebir sebrî ajwawe
heta şewî beser dahat menziłî girtewe ta sibḧeynê řoj kirawe
biraym gutî:
meḧmeł û perîxan werin, qerarêkî pêkewe bikeyn tewawe
mîrzorabxan pyawêkî maqûłe, eme şîrman le řûy kêşawe
eme bo eşkewtî bêşwey deçîn, ecel êmey hênawe wawe.
meḧmeł dełê:
ew qisanem hîç pê xoş nîye
eger serim bibiřn, beyekcarekîye
emin des hełgirtinim le eşkewtî bêşwey nîye».
sibḧeynê baryan kird, hatne xwarewe
heta eşkewtî bêşwey neyangirt qerare
ke lewênderê řonîştin beyekcare
pêyan zanî dijmin û birader û yare
xeberyan bo mîr zorabxanî birde xware
lêyan me’lûm kird ewcare
mîr zorabxan řademênî
dîwanî xoy deřengênî
kê bê ew ḧeqem bo bistênê
mwacbî zorim lê bistênê
ke serî meḧmełim bo bênî».
wekîl û wezîr wayan gutîye:
«qurban! ewe karêkî gewre nîye
ew xwêřyane qabletyan çîye?»
mîr zorabxan deng hełdênê le dîwanê:
«her kesêk le diłim derka ewê xemê ewê janê
ew mûçe û mwacbî bo bab û bapîranî bû hêndey dîkeşim dedanê
her kesêk weykujê lengo, le hemuwane
deydemê kwêtî kefeł pane
degeł borey de keḧlane».
kone nayb dełê: «mîran!
bewekîl û bewezîran,
bikeyn řaye degeł tegbîran
sibḧeynê swarbîn biçîn meḧmeł û biraymî deştyan bideyne ber şîran».
ḧesen beg kuřî mîrîye dełê:
«babe ew řaberî, zor řaberêkî çake
bezar zargute bedił degeł eme pake
ew řawtegbîrî ew naybe bo mey deka
qet bab bo kuřî xoy naka».
mîr dełê:
«dena swarêkim dewê le şêye
biřwa bibê nîştecêy
bizanê meřî meḧmeł û biraymî le kwêye».
ew kê bû le swarî şêy keḧlane
le hemûy deçû beserřew û lîngidane
ta geyîye meřî meḧmeł û biraymane.
deygut: «mandû nebê, bedewłet bî, şwane!
emin xizmim, nabme bêgane
meřî meḧmeł û birayman kêheye lewane le hemuwane?»
ke biraym dełê:
«swar! be’îlahî kem, beřebbîye
be muḧemedî kem be nebîye,
ew meḧmeł û biraymî deştyan etû lêy depirsîye
nemdîye nemnasîye
biço, pirsyarê bike lêkî dîye»
swar dełê:
«meḧmeł! bo wa şêtî, çi nezanî?
kawřim deye, degeł şekî, bertîl degeł beranî
deçmewe kin mîrzorabxanî
dełêm mîrêkî bemtimanî
elḧemlay saḧb dîwanî
ḧurmetit heye lekin sułtanî
eminit narduwe beřewanî
soraxî meřî meḧmeł û biraymî deştyanim nedezanî».
herçî biraym bû le pêşî meřî bû swar swal û cwabî degeł ewî dekird.
herçî meḧmeł bû lenêw meřî bû; meřî zabû berxî firiçk deda cwabî
swarî dawe.
meḧmeł dełê:
«swarî, pûçî gutî
ewřo bertîldan le mêrdan nîye
serî swarî dekutim de meşkî jinê mêr zorabxanîye».
meḧmeł dełê:
«sware! meḧmełî deştyan ezim
saḧbî dwazde beran û ḧewt nêrîy merezim
beḧeqî qur’anê heta wabzanim leser ew qewetey bim leber gûxorî de
çelyan hełnayem û nabezim.
sware! meḧmełî deştyan emnim boxome
saḧbî dwazde beran û ḧewt nêrîy be esrome
heta leser ew qewetey bim, leber merdiçak û mîrî ew şarey nařome
eger mîr lêy pirsî, leber cwabî mîrî nebê, emin de şanantiřa degrûme».
eger swar way debîstîye
piştî de meḧmełî deştyan kirdîye
deřoyî berew mîrîye
xoşî dajwa ew êłçîye
bewî dabû mizgênîye
dełê: «mîr. eger leşkirit zor nebê, zeferbirdin bewî nîye».
biraym dełête meḧmełî cindîye:
«lêt ḧeram kirdim hêndîye
swar řoyewe bezîzîye
deçête xizmet mîrîye
qisan deka beyekcarîye
mîr meclîsî girtîye
le basî serî min û tû zyatir hîç nîye».
meḧmeł dełê:
«biraym! xo mîr pyawêkî zorçake
bezargute beł degeł eme pake
eger begwêy xom gwêm lê bê, mîr gefê leserî min û tû naka».
biraym dełê:
«kake meḧmeł bo wa çi nazanî?
meřî xot wergêře ser berdî berdełanî
eme boxon biřoyn, serî pezî be kunî babî xudanî
eme şeřman pê nakirê degeł kełêkî wek mîr zorabxanî
her ewdemey xot be’eble û ’ewam zanî
leber pêşkarî şeytanî
êsta dijminî mîrî çelyanî
demankujin, kes nazanî
meřî xot wergêře ser çêştê û çêştengawê
zeynî xot bike tîşkî řojê, řûy xot bike de tîşkî tawê
ewřo mîr zorabxan be’încetî serî min û tû dêtewe řawê,
merd eweye le meydanê xoy dernawê».
kak meḧmeł dełê:
«kake biraym! emin řêwî nîm, le kunan weşirim
kerwêşk nîm, leber hat û řewî swaran xo de germelanan girim
ewřo le meydanê, be xencerêkî deban, le bot degeł swarî de çelyan demirim».