şêx ferx û xatûn estî 8

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 10 Xulek  897 Dîtin

ferx bang dêłî: «ey sîye! ey sîyey qořqořkere!

le germênê hatûy seferî kwêstanêt lebere

emnîş ferxî dawdîyem lewê derbedere

emin ẍerîbim lewanî qelendere

were ew qaqezem ta şarî dawdîye le bo bere».

sî dełê: «ferxołe! ewe le çeng min nayê

gelêkim diz û dirozin hen leser řêgayê

xecałet demênim çim pê nayê».

ferx dełê: «sî! eger ḧezê deka pyaw bê penhan bê

her le ḧewt sałan yaxwa! sałêku qiřan bê».

ferx lewênderê becê dema, bedił شکستەیییە,

eger deyřiwanî destêk qurîng dehatin lelayekî dîye.

bang deka: «ey qurînge qurîngey newciwane!

were xwarê gelêkim betû heye fermane

ew qaqezem bo bere şarî dawdîyey gewre û girane».

qurîng dełê: «ferxołe! emin le biłindan etû le newîyan»

ferx dełê: «le biłindan, were newîyan, le newîyan were zewîyan

le zewîyan were kin ferxî mamadîyan».

qurîng dehate xwarê tewawe

ferxołe bepîrîyewe çû destî destoy kirawe

qaqezekey hełgirt û lebin bałî muşammay dawe.

qurîng dełê: «emin beqsey tû deçim eger ser neyenmewe dwawe

gelêkim cerde leser řê řawestawe».

ferx dełê: «hełsite, leser serim lengerê bigre, nisḧetim bikem tewawe».

qurîng hełfiřî leser ferxî řawestawe.

ferx bang dêłê: qurîngê, serbexoye!

etû êłçî emnî, kobekoye

emin daym řuḧim lekin etoye

eger deřoy le řêyet degatê hełoye

pyawêkî naçîzeye, tiřoye

heta detwanî, milan kom bikey leberî biřoye

eger lewênderê ředbûy bexatre

lewlatrîş hen řêgre

ewîş meskenî seqre

heta detwanî leberî biřo, deserî hełbiře

eger bexêr lewê řadebrî

baze řêt lê degrî

bazêkî çeng bexwêne

îklamî lê bikêşe amanî leberbêne

de’bayekî saḧb řaze

necîm û gelêk mumtaze

lewênderê ew detka serefraze

biřo lewêş damemêne

leser řêt cerdeye, ewîş meskenî şehêne

esto keç bike amanêy leber bêne

eger bexêr ca lewê hełdebrî

şewt beserda dê befir û serma řêt lê degrî

lewênderê xot bawê golî ka bekirî

ew xewasêkî çake betû řê degrî

detbate małe xoy, zorit qedir degrî

sibḧeynê bo çêştanê le şetî miradê înşałla lekin xatûn estî naz û nazdarê dawrî».

kê bû le ferxî tewawe

gelêk lewê le bo xoy giryawe

qurîng şeqjinî le bałî xoy da, hełsitawe

qurîng řoyî, ferx becê mawe.

qurîng le hemû tenganan xelas bû heta şewê le golî ka bekirî dekird seławe

ew tořî beser awêda dawe

bo małêy bird geřawe bedwawe.

eger zanî êłçî ferxołeye, heta sibḧeynê esto keç le pêşî řawestawe

sibḧeynê merexestî dekird; şeqjinî le bałî xoy dawe.

bo hendehendî çêştanê le şetî dawdîyey le xatûn estî û naz û nazdarêy kird seławe.

deyangut: «xułakey! ewe de’ba birîndarî kirduwe, yan gulleyan lê dawe».

nazdar boy çû herçendî kirdî boy negîrawe

nazê boy çû hełat; detgut şête ḧemayet nekirawe

xatûn estî boy çû, bałî xoy kird biławe

xatûn estî be’amêzêy deygirt deyhênawe.

deygut: «xuşkê! biła bîgeřêyn bizanîn kwêy birîndar kirawe».

bałyan hełdehêna, qaqezêkî lê muşemma dirawe.

hersê xuşkekan carêkyan le bangê dawe

lewan wabû mirduwe ewhe qasîde cwabî hênawe

hełyan girt; bo kin mam ẍełîfey çûn tewawe.

mam ẍełîfe dełê: «řołe ewe çîye?»

dełê: «babe ewe qurînge; qaqezî ferxołey hênawe».

mam ẍełîfe qaqezekey xwêndewe; gutî: «karêkî gewre qewmawe

«ew qasîde ser’efraz biken, biła biřwa bewlawe

bizanîn ew mesłeḧete be kê debê tewawe».

mam ẍełîfe pyawêkî zorzanî

nardî le dû hemû kuřekanî

gutî: «řołe! ewe qaqezî ferxołeye xowzanî».

eger xwêndyewe tewawe

gelêk bezelîlî nûsrawe

kuřekanî gutyan: «babe eme çibkeyn lew karî natewawe?

xo ewe le şêxałe keçełî marekirawe.

bexułay! nayda bo şarî şamê xatûn estyê binêrîn bewlawe».

mam ẍełîfe dełê: «biçin şêxałim bo bênin» şêxałyan hêna lewlawe

îklamî mam ẍełîfey kêşawe.

mam ẍełîfe gutî: «mam şêxe! karêkî xirap qewmawe

debê degeł kuřekan bîkeyn tewawe

le swêyan hemû cergim sûtawe

behemuwan tegbîrêkim bo biken, ferxołe le wiłatî ẍerîbyê becê mawe».

şêxał gutî: «emin nazanim ew qise çîye?

engo hełbet bemin dełên: binêre şarî şamê xatûn estîye

wek tê defkirim ew kare hey serupay nîye?

emin jinî xom bo binêrme şamê bo xełqîye?

qet ewhe řezaye bo dînîye.

dełên etû jinî xot binêre bo yekî dîye.

wełłahî! emin deçme kin sułtanî estembûłê debim be’erizçîye»

şêxał hełsita řoyî bezîzîye,

mam ẍełîfe gutî: kuřîne! eme mesłeḧetman çîye?

bome ’eybe ferxołe bimrê le ẍerîbîye

kuřekan gutyan: «daykiman bê biçînewe kin şêxałîye».

dayk û kuř řêk kewtin beyekcarekîye

çûne nêw meřî dawênî şêxałyan girtîye

gutyan: «debê xatûn estî beme bidey bezamnîye».

gutî: «eger xatûn estî binêrne şarî şamê, eger neydatewe çarem çîye?»

bûne zamin ew kuřane

swêndyan xwardibû bequr’ane

«şêxał bira gewrey hemuwane

xatûn estêt bo dênînewe êrekane».

daykî boy xward swêndî dîye:

«tirist nebê nebedîye

ferx aşqî îllahîye

ew karey etû dełêy nîye

bot deynimewe êre xatûn estîye».

eger ew qisaney kird tewawe

şêxałyan hêna lewlawe

detgut êxsîre gîrawe

melayan hêna tewawe

qur’anyan hênan lewlawe

çil şewanyan qerar danawe

xatûn estîyan qur’an dawe

tedarekî bo gîrawe

leşkirî bo dirus kirawe

serbazî le san dirawe

pak ałay bo hełkirawe

leser seḧatê řawestawe

eger şeypûryan kêşawe

gutî: «dewłet zyad û małî awa».

le bo şamê beřê kirawe.

ḧezretî ẍews hat lewlawe

ew qasîdêkî tewawe

tengey ’erzî bo kêşrawe

çilon beçeperî ajwawe

ḧewt řojî kird tewawe

çendî serbaz becê mawe

swarey şiksitî hênawe.

řojêkî hate řoj’awa

le dewrey şamê hełî dawe

xeber beferxî dirawe.

ferx çendî mizgênî da: «çiray dinyayem hełkirawe»

ferx eger wa dezanê

bo xułay debjêrê şukiranê

qoşenî dira le sanê

lewê dûrbedûr deřwanê

dełê: «edî xatûn estî kwanê?»

xatûn estîy bełek çawe

tedarekî bo gîrawe

neyzanî ewe şarî şamêye lewêy hełdawe

bełedî hênan lewlawe

deygut: «sibḧeynê degeme şamê řoj’awa?»

hemû sedeqyan lê dawe

ew mexlûqe pak lêy gořawe

heta nwêjî şêwan tewawe

bangî xewtinan lê dirawe.

ferx bo diz çû bewlawe

denêw qoşenê geřawe.

hemûy xesteye, yek hełnestawe

bo xatûn estî hat wawe

le çadrêy dekird seławe

hîç kesîş cwabî nedawe

destî da lêfey, hełdawe

kêşkiçî hatuwe lewlawe

tund tund ew dize gîrawe

xatûn estî le xewê hełsitawe

gutî: «ewe çi buwe çi qewmawe?»

gutyan: «estê bełek çawe

dizêkî ḧîzbab hat lewlawe

qulîniçkî lêfey tûy hełdawe».

xatûn estî: deçrîkênî

qoşenî pak wexeber dênî

bang deka feřaşan hełdestênî

dełê: «debê hêndî lê den ta deymirênî».

hêndyan lê da çarey nîye

zimanî şika le bê kesîye

çunke dize tikay nîye

hewłê deden zincîr nîye

kezî estoy piçřî estîye

dest û pêyan tund bestîye.

ferx dełê: «ewa demirim le xoşîye

bira ew êłçîye kwênderîye?

hatuwe le şarî dawdîye

êłçî tû şamêt boçîye?

eger way zanî xatûn estîye

gutî: «hertik çawekem kwêr bîye

xo ew ferxî dawdîye

emin hatûme kin ewîye

êsta buwe bedzî xeyberîye

dest û pêyan kirdewe beyekcarekîye.

bîst û no řojan pêkewe řonîştin; swal û cwab nîye».

gutî: «swêndim xwarduwe beyekcarekîye

eger neçmewe kełamulla demgirîye

xuła demkujê çarem nîye».

ferxołe gelêk degrîye

sibḧeynê tedarekyan girtîye

le sanyan da tifengiçîye

hemûy swarî ’erebîye

ferxołe quřî weserîye

şamê cêy ẍerîban nîye

beřêy kird xatûn estî

ewîş ledûy bû êłçîye

ke çil şew tewaw debîye

negeyîye cê estîye

şêxał çaweřêy î wîye

le xesûy kird gileyîye:

«edî estî boç dyar nîye?»

beserîda hat nexoşîye

hatewe şarî dawdîye

hênd nexoş bû, ḧałî nîye

ḧewtuwêkî zuban nîye

mîwanî xułay hatin le ẍeybîye

řuḧyan wergirtibû lewîye

bote çember û girîye

daykî çû ser ximîye

çend mela û sofî û qazîye

hełyan girtibû xatûn estîye

birdyan le bo qebrîye

teslîmyan kird bexakîye

ẍeyrez xułay hîç kes nîye

kar bexułay debê tewawe

mexlûq bo małê geřawe

bangî xoşîyan lê dawe

heta ḧewtû bû tewawe

tedarekî bo gîrawe

xêr û ḧesenatî bo biken; lawe

eger ḧewtûy bû tewawe

ferxołe hatewe lewlawe

gařanêk lewê řawestawe

sebir sebir çû belawe

dełê: «gawan! le şarî dawdîyey çi qewmawe?»

dełên: «netzanî mamî řidên sipî, hatî lewlawe?

xatûn estî ewřo ḧewt řoje nemawe

biço xêratî bixo tewawe».

dełê: «gawan! heřo biřo řizqit swar bê; bo xot pyade bî. qet naygeyêy».

ferx lêy çuwe şarî dawdye.

ferx çuwe małe pîrêjnêkî, gutî «were, le małêman řonîşe; deçim xêratî xatûn estyê dênim etûş bixo; emnîş dexom. ew hewîrey baweşên bike mêşî lê nenîşê». ferx degrye: «ay le xom feqîr û êxsîrî

ḧewt sałanim le şarî şamê kirdewe mîrî êsta serencamanim hatotewe ser baweşênî hewîrî».

ferx çû bewlawe

nanî xêratyan beferxî dawe

beser serî şêxałîda kird. şêxał destî da xencerê; gutî: «detkujim tewawe».

ferx bo qebran hełat řêy kewtin wawe

heta geyîye qebrî xatûn estî, destî le kêlekey werhênawe.

ferxołe dełê: «xułaye! ne bekebrênî, ne besebrênî

gyanan dedey gyanan destênî

yane xatûn estyê bo min wejênî

yane emnîş bekêlî wêwe bimrênî».

herçend du’ay dekird ferxî bestezmane

lêy nehate cwab xatûn estyê nocwane

le baregay xułay dehat mîwane

řuḧyan lê wergirt ew bestezmane

dehatne serî ew hemû xizmane

zerîfyan deşut seyd û melayane

kin xatûn estyê lê bû gořxane

ferx le xatûn estyê mîwane.

řeḧmet le gwêdêrane

beneḧlet bibê şeytane

tewfîqê bida bînay çawane