mem û zîn 1

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 14 Xulek  987 Dîtin
birahîm padşay yemen, hîç kuřî nebû. degeł wezîrî xoy hełistan, řoyn bo małe xuła; dwazde menziłan řoyn. xuła řeḧmî bewan kird; weyselqerenî mahî deştêy nardye kin ewan, dû sêwî beheştêy pêda nard. nûstibûn; le pişt serî wanî dana. ewane bigeřênewe; nêne (neyene) bêtułłahî. ewane bo kuřî hatûn; biçnewe małe xoyan. şewî cum’ey desniwêjê hełgirin. ew sêwey letî biken; letêkî boxoy bixiwa, letêkî jinî. cîma’ degeł jinî xoyan biken. jinî wan zigyan piř debê înşałła: yekî kuřêkyan debê. kuřî birahîm padşay debê nêwî kake mem bê, kuřî wezîrî nêwî bengîne bê. deber xwêndinyan nên bixiwênin. nêwyan lê nan, aẍa û noker, kakemem û bengîne. be dayanyan dan; dû sał le kin dayanê bûn. le paşan be leleyan dan; sê sał le kin leley bûn. le paşan swaryan kirdin; dû sałan swarbûn. ewcar hênayanin birdyanne medresey le xizmet mamosta danîştin. ḧew sałan de jêrxanêda bûn. řoj û şewyan lê qedeẍekirdin; şew û řojyan nedezanî çîye. řojêkî serupêyan lê nabû. neharyan bo wan hêna. mem û bengîne nanyan xward êskî serupêyan gepyan pê deda; awîtyan we pencerey kewt. şûşey şikan; çuwe derê. tîşkî řojê hate jûrê; esteẍfîrułła! kutyan: «ewe xułaye». mamostay wan lewê nebû her amêzyan le tîşkey werdehêna; boyan nedegîra. mamosta hatewe, kake mem û bengîne kutyan: «mamosta xuła hatote nêw eme». mamosta kutî: «řołe, ewe xuła nîye; ewe şems û qemberin. xuła saḧbî ewaneye. ewe yekyan şewe, yekyan řoje. eger řoj debê, řûnak debê; eger mang hełdê, tarîk debê; ewe debête şew». dełê: «mamosta! eger dinya wa xoşe bo lemet qedeẍe kirduwe?» dełê: «řołeyne! xetay min nîye. ḧukmî birahîm padşaye. birahîm padşa saḧbî yemenêye; gewrey her çwar padşayane». kakemem kutî: «deçme derê; mamosta! mamosta kutî: «řołe, mîrmem! sebrêkî bigre; zeḧmetî min bexořayî mede. lemêje zeḧmetî degeł etû dekêşim; beła biçim ’erzî birahîm padşay bikem, bizanim çi defermuwê?» dełê: «mamosta hełsite biço xeberim bo bênewe». mamosta hełsita; çuwe xizmetî birahîm padşay. selamî kird le birahîm padşay: birahîm padşa, ’erzim heye. ewřo daykî kakememî serupêy bo kakememî nardibû. êskî goştî be şûşebendîda dabû, şûşey şikandibû. çûbuwe derê; tîşkî řojê hatbuwe nêw ewan. dinyay řûnyan çaw pê kewt; gileyîyan dekird le min, deyangut: «ew dinya xoşet boç leme qedeẍe kirduwe? eger şew û řoj heye eme bo dew jêrxaneydayn. ḧukme dêyne derê. mołetim lê xwastûn hatûme xizmet tû. etoş kuřî xote; keyfî xote, beła zeḧmetî min behîçê neçê». padşa hełî girt, qaqezêkî bo mîrmemî nûsî: «řołe firzend sebrêkim lê bigre hetawekû koşk û talarit bo dirus dekem». hełî girt, qaqezî birdewe mamosta. kakemem bepîr qaqezî babyewe hat. werî girt; maçî kird; leser serî xoy dana. zorî keyf xoş bû; kutî: «mamosta, be wadey çendî emin lêre řadegrî?». kutî: «řołe babit qaqezî nûsîwe, emin nazanim; boxot bîxwênewe, bizane çîy nûsîwe». qaqezekey babî xwêndewe pêy qayl nebû. kutî: «mamosta! hełsite biçowe xizmet padşay; pêy biłê řanawestim heta xanûbere tewaw debê, bełan bo xatrî wî ḧewt řojî dî sebrê dekem». hełsita mamosta çowe xizmet padşay ’erzî kird: «mîrmem ’erz û selamî le tû dekird bo xatrî wî ewe ḧewtuwêkî dîke řawestawim. be serî cenabî mubarekî wî çî dî gîrnabim dêreda; merexes bifermûy dêm debme meyter». hełî girt. qaqezêkî boy nûsî: «ha firzen! elḧemdulîla etû hatye wicûd. emin dinyay řûnim bo tû dewê; emma sebrêkim lê bigre heta ḧewt mangî dî; hetawekû koşk û telarit bo dirus dekem» .hełî girt mamostay nardewe. qaqezekey wergirt le mamostay. maçî kird, leser serî xoy dana. hełî girt qaqezekey nard bo daykî: «daye! ḧewt sałe le jêrxanêdam. wêstaş dinyay řûnim lê qedeẍe kirawe». daykî kutî: «řołe! debê be qisey bikey. ḧewt mangî qerar bo danawî; sê mangan bo xatrî min, çwar mangan bo xatrî babit danîşe». kake mem danîşt heta ḧewt mangan. birahîm padşa nardî mî’marî hêna. westay hêna; fe’ley girt; xanûberey bo dirus kird. xiştêkî awezîř, xiştêkî zêw; be ḧewt mangan xelasî kird. ca nardye kin kuřî xoy: «řołe! tedarekim bo girtûy. řołe! řojî cum’ey debê warîd bibî be koşk û bałexaney xot». řojî cum’ey wederkewt. çwe xanûberekey. hełî girt, nardye kin babî: «babe nêwî koşkî min çîye?» padşa fermûy: «burcî bełek». têda řonîşt kakemem, heta sałe wextêkî hîç xeber nebû.
xaleq! her etûy le ser hemuwane
dêne řûy zemînê sê perîy de teřlane
leser koşkî kakememî, kuřî birahîm padşay yemenê deyanda seyrane
xaleq; her etûy betenê
sê perî dêne řûy wetenê
seyranan deden leser koşkî kakememî, kuřî birahîm padşay yemenê
xaleq! her etoy lesere
sê perî le asmanî ḧewtemîn bestûyane lengere
leser koşkî kakememî hełdenîştin ewber ewbere
xuşkî gewre dełê be xuşkî çikołe
xułakey, xuşkê, řûmetî kakememî zerîfe yan çira û fenere?
xuşkî gewre le xuşkan pirsîye
xuşkî nêwincî way gutîye
her le ’erşî ta kursîye
her le gay heta masîye
hemû dinyam pişkinîye
hîç kesim nedîwe, le gwên cwanîy kakememîye
xuşkî gewre dûbare kutî be xuşkane
xuşkê ezit bibim be qurbane
emin carêkî degeł peryan çûme řawî çil şew û çil řojane
le peryan hełbiřam le minî kirdewe kiřêwe û borane
řêm serewder nedekird, kewtime şarî cizîrê botane
leser koşkî yayezînê debûm mîwane
debûm be kotrêkî şîn, de kunî penceranda hełdenîştim leser delaqane
eger çawî xom be yayezînê hełdehênane
ew xatûnem dîwe aftay kakememî cwane
xuşkî çikołe kutî be xuşkane
xuşkê! ezu bibim be qurbane
beła eme kakememî hełgirîn bîbeyne cizîr û botane
bizanîn kakemem zerîftire ya yayezîn zêde cwane
xuşkî nêwincî gutî be xuşkane
xuşkê! beqanûn û qa’îdane
kes neydîwe mêrd biçê le dûy jinane
her jin hatûnewe le bo mêrdane
eme ewe kakememman hełgirt û birdimanewe cizîr û botane,
teqa xuła řazîy lê nebû, eme kakememman negeyandewe êrekane
kakemem debêtewe bê ḧurmet û qedir nezane
dełên: ewe şwane ya gawane
kakemem çunke le sêwî beheştê îcadbuwe, debê birahîm padşa le şanî
řaste û çepey xoy byanbînê hewełî sibḧeynane.
çunke le sêwî beheştê îcad buwe, herkesêk le selamî nwêjê byanbînê
mem û bengînane
eger kafrîş bibê înşałła saḧb îmane
eger kakememman negeyandewe yemenî gewre û girane
eger babî degeł selamî nwêjî neybînê hemû sibḧeynane
lekin daykî sorax neka, le burcî bełekê neka beyane
layekî yemenê nuẍro deka, terefî dîkey le dû deka wêrane
hełdedřê zigî ḧewsed wezîr û wekîlî kewł beşane
dekujêtewe çen noker û qennedarî berdestane
xuła hełnagrî bibîne ba’îsî qetłî ew musłimanane
debła, eme biçîn yayezînê bênîne êrekane
bizanîn ca kakemem zerîftire ya yayezîn zêde cwane
xuşkî nêwincî zor muḧtebere
dełê: xuşkê bebałan bifře, le min bigrewe bałexane û pencerey ser be xêzere
bizane řûmetî kake memî zerîfe yan çira û fenere
ewe kê bû? le perî deteřlane
şeqjinyan le bałî xoyan dedawe, deyangirtewe ḧewtebeqey asmanane
le hîç kwêyan wiçan nededa, heta deçûne şarî cizîrê, leser koşkî
yayezînê debûnewe mîwane
debûn be kotrî şîn de kunî penceranda deçûne jûrê hełdenîştin leser delaqane
xuşkî gewre dełê
cemînê, sefînê, emin û bibim bequrbane
înca bizanin kakemem zerîfe ya yayezîn zêdecwane
xuşkî nêwincîn dełê:
xuşkê xuła hełnagrê pêm bidořênyewe îmanê
řuḧî kakememî lewê řahatuwe ewa řawestawe deka seyranê
eger biłêyn: yayezîn zerîfe, řuḧî kakememî zîz debê, deçê, şikayetman
lê deka le kin saḧbî ’erz û asmanê
eger biłêyn: kakemem zerîfe řuḧî yayezîn zîz debê. lêman debête ’erizçî
le xizmet pêẍemberî axirzemanê
xuşkî çikołe gutî be xuşkane:
emnu bibim bequrbane
eme ba yayezînê hełgirîn bîbeyne yemenî gewre û girane
bizanîn kakemem zerîfe yan yayezîn zêdecwane
xuşkî çikołe řêy xewêy le yayezînê girt
xuşkî nêwincî hełî estan, bergî sefayey deber kird
řûmetî wîy nexşîn kird
biskî wîy cwan kird
wesmey biroy wîy kêşa, zor temîz û meḧbûb kird
tundyan de lêfe û serînanewe pêça, řûḧî řewanyan girt
hełyan girt, le penceranyan hênaderê, leser bałî xoyan dana
le xułay pařanewe, hereketyan le xoyan da, çûne ḧewt tebeqey asmane,
le hîç kwêyan, wiçan nededa heta dehatne şarî yemenê, le burcî bełek
debûnewe mîwane,
de kunî penceranda deçûne jûrê yayezînyan wêřay mîrmemî dirêj dekird şanbeşane,
boxoyan, defřîn, deçûne ser delaqane
xuşkî gewre kutî be xuşkane:
xuşkê, wezu bibim be qurbane
bizanin yayezîn zerîfe ya mîr mem zêdecwane
xuşkî nêwincî dełê:
le xom baban wêranê
engo tema’tane be min bidořênin îmanê
debê le xewêyan hełbistênîn, bizanîn, kîheyan cwane, kîheyan qisan çak dezanê
kê bû le xuşkî newciwane
deber yayezînêy kirdewe řûḧî řewane
xuşkî gewre kutî: boç kakememit hełnestand?
kutî: ewe afret û ẍerîbe; lepêşda hełî bistênin, nek ledwaye xecałet bibê
wexeber hat, temaşay kird, zelamêkî le tenîştê dirêjbuwe. eger çawî xoy hełêna. gutî: «xułaye! xo min jwanim degeł kes nekirduwe, qasîdî kesim nehatote kinê; ewe debê pûłî dabê bekwêxaderkan, hatbête jûrê». kakemem cilî xoy dakendibû. agay le hîç nebû. xewî lê kewtibû leser textî piştê. yayezîn gutî: xułaye! ewe ebleye, ya şête? qet pyaw wa dête jwanê?».
yayezîn bang dêłê:
lawe, were lawe!
ebley, şêtî, aqił natewawe?
eger dehatye ser cêy min boçî le minit negêřawe?
kake mem dełê:
xatûnê, çawbengîye!
be heqî ew xułayey bê şerîke hîç şerîkî lebo nîye
emin nehatûme ser cêy tû bedzîye
êre małe xome, çi agam le tû nîye
eger yayezîn ew qisey le mîrmemî debîst tewawe
le pêşewe mistêkî le demî kakememî dawe
xwên le demî kakememî deřoy wek coge û beḧir û awe
kake mem bang dêłê:
bengîne, herê bengîne
nokerekey dana û goçan zêřîne
ser le kewł û sêqełatan derîne
le bom bêne aftawe û mesîne
bengîne serî le kewł û ferecî derhênawe
aftawe û legenî le bo aẍay xoy hênawe
be her dûk çepokan beserî xoyda dawe
dełê: ey małî wêřanim! daxuła, aẍay min çî lê qewmawe
kakemem dełê:
aftawe û mesînan bigêřewe biçowe be dwawe
çi nebuwe, çim lê neqewmawe
çencuřkêkim le kepoy xom dawe
diłopêk xwên lewî tikawe
yayezîn dełê:
lawe, ew dyarîye le tû qebûł nîne
ewe, daxuła, çi qerekułayeke degełe xot dehêna?
kake mem dełê:
xatûnê newciwane
be heqî ew xułay layezane
eger qibûł bikey ewem çaweş û pêşxizmetî, berdestane
xatûnê! çawî tom gelêk zerîftirin le çawî seqran
didanî tû gelîk zerîftir le danan de gewheran
eger etû le min qebûł nakey pêşxizmetan degeł gewre nokeran
boxot bang yełe qerewaşan, kenîzekan, karekeran
yayezîn bang dêłê:
qerewaş, naw melkiřîḧane
lebo min bêne řûbendê, çiraye, degeł fenerane
ew şew zêde le şewan te’cubêkî gelêk te’cûbî, dexomda dî, zînî mil bekwênî baban wêrane
yayezîn bang dêłê:
qerewaş, ey qerewaşey nêw esmere
lebo min bêne, fenerê řûbendî yeksere
ewşew te’cubêkî zor te’cubim dexom dî, zînî mil bekwên, qelendere
yayezîn bang dêłê:
qerewaş, qerewaşî nêw gułendame
le bo min bêne fenerê, fanosê, řûbendêkî temame
ew şew zêde le şewan te’cubêkî gelêk te’cubî le minî mil bekwên řûdame
kê bû? le yayezînê bełek çawe
herçendî gazî dekird ew qerewaş û kenîzî de newlawe
hîç kes nebû, kes cwabî nedawe
yayezîn dełê:
lawe! lawmetî cindîye
beşqî ew xułay le jûrî serîye;
eger etû pêm nełêy babet kêye, boxot nêwit çîye
kake mem dełê:
xatûnê kêl gerdinê!
emin boxom mîrmemim, taqe kuřey birahîm padşay yemenê
řojî de’waye le dûy babim swar debê dwazde padşa, hemû saḧbî tîp û supa û qoşenê
kakemem dełê:
xatûnê çawbengîye!
beşqî ew xułayey le jûrî serîye
eger etû pêm nełêy babit kêye, boxot nêwit çîye
yayezîn dełê:
mîrmem, gyan gyane!
emin yayezînêk bûm bezulfane
xuşkî mîrzêndînim, kiçî mîr’awdełane
leknim xuławendî emnî bo tû be dyarî narduwe be nîşane
yayezîn dełê:
kake memî çawbengîye!
be eşqî ew xułayey le jûrî serîye,
eger pêm nełêy nêw û nîşaney koşk û pencerey tû le şarî yemenêda nîşaney çîye,
kakemem dełê:
«xatûnê, koşkî min biłinde ser le ḧew tebeqey asmanê
xiştêkî zêře yekêkî zêwe, westa daynawe le karxanê
dengî melayketan deygatê le ḧewt tebeqey hasmanê
koşkî min koşkêkî gelêk gewre û girane
dîwanî birahîm padşay yemenê gelêk beḧukme, saḧb dîwane
le dîwanî birahîm padşay řonîştûn sed wekîl û wezîrî kewł beşane
şam û neharan çil mecu’me be zerfewe dête dîwanî birahîm padşay le
pêşxanan noker û mîr’axuř û meyteran bedzî dełên: kwêrnane.
ewa katîb řonîştuwe ḧukman denûsê, ḧakim deřon bo ser şarane
le layekî xełatan debexşê le laye dîkey zêřweşane
le laye dîkey tenafî řakêşawe, cełebî lewê řadewestane
le terefî dîkey serbaz deřwa, le terefî dîkey swaran dedawe le sane
le layekî tewîleye, lay dîke yextexane
le lay dîke heławesrawin çek û sîlaḧî demerdane