VI

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 6 Xulek  826 Dîtin

le zemanî qedîmda padşayek bû kuřêkî bû nêwî eḧmed bû. padşa zorî ew kuře xoş dewîst; engustîlêkî bû, herçî ḧukimit lê kirdiba, cêbecê pêkî dehêna. padşa hate wey bimrê. eḧmedî bang kird; gutî: «řołe, ew engustîley qaym hełgire; le padşayetîy to çatre». kuřeke engustîlekey hełgirt, de qamkî kird. dû sê řoj pê çû, padşa mird. eḧmed naştî, le paş serexoşêy leser textî danîşt. qeder eyamêkî pê çû, hewesî jinêy kewteserî. kiçî mamî xoy xwast. řojêkî engustîlekey babî webîrhatewe. lekin jinekey destî beserda hêna; temaşay kird çend dêwêk peydabûn. gutyan: «aẍa defermûy çî becê bênîn?». gutî: «lengom dewê qeła û bałexanêk, xiştêkî le zêřî, xiştêkî le zêwî bê». gutyan: «bełê», le mudey mangêkîda tewawyan kird. hatin gutyan: «aẍa! tewaw buwe» eḧmed degeł jinekey çûn; temaşayan kird xanûberêke hîç padşayek heta wêsta neybuwe. lewêda danîştin. jinekey gutî: «debê ew engustîley bidey bemin». eḧmed gutî: «afret! xesarî dekey. bo tû nabê; eger detewê heta, sed hezar engustîley cewahêratit bo dirus bikem». jineke gutî: «ḧukmen ew engustîlem dewê». zorî lê pařawe, engustîley lê estan. cûlekeyekî cîranyan bû, xasyetî ew engustîley dezanî. zor xerîk bû, ew engustîle bidzê. herçî ḧewlî da řêy nebû. fikirî kirdewe gutî: «mesłeḧet waye jinî padşay bikeme dostî xom». herçî mał û dewłetî bû, hemûy kirde pûł, le jinî padşay řa’espard, ke ḧezim lê bika; jinî padşay zorî cinêw bo nardewe. cuwe zor xerîk bû, heta jinî padşay kirde řefîqî xoy. qeder eyamêkî pê çû, cuwe zor hatuçoy małe padşay dekird heta way lê hat, destî degeł jinî padşay têkeł kird. şewêkî gutî: «emin û tû mesłeḧete, padşay bibetłênîn, emeş lê deyn biřoyn». jinekey gutî: «xo min zor ḧezê dekem; beła boman řîk nakewê». cûleke gutî: «eger ḧezê bikey, hasanman bo řêk dekewê» jineke gutî: «çi bikeyn?» cuwe gutî: «ew engustîley padşa dawye beto eger bimdeyêy, emin padşay debetłênim». jineke gutî: «ewe hasane. lew wextîyewe padşa ew engustîley dawe bemin hîç lêy nepirsîwetewe». engustîley da be cûy destî beserda hêna, dêwekan peydabûn. gutyan: «defermûy çî?» cuwe gutî: «lengom dewê wêstakane eḧmed padşay leser textî hełgirin, fiřêy dene deştê; ew xanûbereşim bo lenêw beḧrê dabnên». her ewê şewê xanûberekeyan hełgirt, birdyan le nêweřastî cizîrêkyan dana. eḧmed paşa sibḧeynê hełsita temaşay kird, ne jin mawe û ne mał û ne xanûbere; zor girya. cûleke û jin lewê xerîkî ’eyşê bûn; herçî pêyan wîstiba, ḧukmyan lew dêwane dekird boyan dênan. eḧmed padşa seyek û pişîleyek û mişkêkî bû le małêda. zorî xoş dewîstin. ew wextey ke eḧmed padşa way lê qewma, şew û řojê lekin eḧmed padşay dekewtin. řojêkî seg be mişk û pişîley gut: «řefîqîne, eme zorman emegî ew pyawey lesere. emřoke way lê hatuwe, wa çake eme xizmetêkî debê bo pyawey bikeyn. werin biçîn, ew engustîley bo bênînewe». mişk û pişîle gutyan: «zor çak dełêy, heste biřoyn». çûne kin eḧmedî, xułaḧafîzîyan lê kird; řoyn». pişîle be segî gut: «eme çûzanîn, cuwe çote kwê?» seg gutî: «engo dengê meken, emin dezanim çote kwê?» řoyîn heta geyştine ser beḧrê. seg gutî: «cuwe, hatote nêw ew beḧrey; debê bipeřînewe». hersêkyan meleyan ça dezanî. le awêyan da, çûne cizîrekey. lewê her çilonêkî bû, xoyan de qel’ekey hawêşt. eḧmed padşa be dûy wanda, hate ser beḧrekey, çawenořî wan bû. seg řojêkî be pişîle û mişkî gut: «emin řêy jûrêm nîye; engo biçin bizanin cuwe engustîley lekwê danawe?» mişk û pişîle řoyne jûrê; temaşayan kird, engustîleke le qamkî culekedaye, wextêkî denwê, engustîlekey le kepoy denê. pişîle hat bo segî gêřawe. seg gutî: «wa mesłeḧete, mişk kilkî xoy le esponê wer bida. wextêkî cuwe denwê, biçê kilkî xoy de kepoy cûlekey binê, depşimê; engustîleke derdepeřê, ew wextey eto piřî bideye, bîhêne derê, lê dedeyn, deřoyn». mişk çû, kilkî xoy de esponê werda, çû kilkî xoy de kepoy cûleke na. pişmî; engustîleke derpeřî. pişîle piřî daye û wederkewt. mişkîş wedûy kewt; bexoşî xoşî engustîlekeyan birde kin segî. seg gutî: «hênatan?» gutyan: «bełê». engustîlekeyan le pêş segî dana. seg hełî girt, hatne ser beḧrê. pişîle gutî: «engustîlekey biden bemin, hełî girim heta depeřînewe, ew wextî deydemewe be segî». seg gutî: «betu hełnagîrê, emin hełî degirim». pişîle gutî: «zor detirsim, lêt bikewê, etu zor deweřî her şitêkî bibînî pêy deweřî». seg gutî: «na, naweřim» le awêyan da, ta geyştine nêweřastî awê. masîyek wederkewt, seg pêy weřî, engustîlekey lê de’awê kewt; masîyek qûtî da, seg zor xecałet bû, pişîle gutî: xuła ẍezebit lê girê; nemgut zor deweřî, engustîleke de awê dekewê. eḧmed padşa ew lewberî beḧrê çawenořî meye, engustîley bo berînewe. wêsta ewa xecałetî wî bûyn» seg le şerman hîç qisey pê nedekira. hatin heta geyştine ewberî. çûne kin eḧmed padşay; lêy pirsîn: «kwa engustîleke?» ḧîkayetekeyan bo gêřawe. eḧmed zor ’aciz bû tořewanêk leser beḧrê bû; eḧmed çû kine wî be nokerî. řojê çwar masî destan; yekî bo xoy dexward sêyekanî dîşî deda bede’bakan. řojêkî masîyekyan da bewî; zigî diřî temaşay kird, engustîlekey le zigî wîdaye, engustîlekey hełgirt û seg û pişîle û mişkî bang kird. boy gêřanewe. zoryan xoşî xoşî wê kewt; eḧmed padşa destî beser dahêna, dêwekan peydabûn; ḧukmî lê kirdin gutî: «wêsta xanûberekey xom dewêtewe». gutyan: «zor çake». dêwekan řoyîn, xanûberekeyan hełgirt, hênayanewe cêy xoy. eḧmed be dêwekanî gut: «cuwe û jinekey bênin». çûn hênayanin le pêş çawî wî herdûkyan şeqqe kêşan, kelakekanyan hawîşte pêş segekey, xwardinî. eḧmed îdî bexoşḧałî beserî bird. hîç jinî dîkey nehêna, tobey le jinê kird.