IV

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 2 Xulek  704 Dîtin

le wiłatî daristanê kiçêk degeł mindałan çuwe gêlaxan. heta êwarê le deştî bûn. êwarê kiçeke le awałan hełbiřa. wirçêk tûşî bû hawîştye ser qełandoşî. birdye kunî xoy. çûne nêwê. wirç hatederê. berdêkî zelamî bekunekeyewe na. bo xoy řoyîye geřanê. şewê mindałekan çûnewe; xeberyan da be dayk û babî kiçekey. xełqî dê wederkewtin, zor geřan neyandîyewe; hatnewe. wirçeke hemû řojê deçû mîwey dedzî derxiwardî wî deda. be sê çwar řojan meřêkî bo dedzî. boy dehênawe; serî debřî, kewłî dekird, deyştewe; boy dekirde kebab. kiçekeş deyxiward. wirçeke be dest û beçaw diłxoşîy dedawe. qeder eyyamêkî degełî bû le paşan destî degeł têkeł kird. sałêkî lekin bû mindałêkî bû; nîwey leşî wirç bû nîweşî însan bû. hemû řojê wirç bo xoy deçuwe řawê bo meř dizînê, berdêkî zelamî bederkî kunekeyewe dena, heta jineke netwanê biřwa. jinekeş hemû řojê xerîk bû, berdekey pê lanedeçû; ta wirç dehatewe. eger ew dehatewe, berdekey ladebird, deçuwe jûrê; jineke le tirsan neydewêra biřwa. sê sałan pêkewe bûn sê mindałyan bûn. wirçeke zorî xoş dewîstin hemû řojê le kołî dekirdin. řojêkî wirçeke çuwe deştê, lebîrî nebû derkî kunekey bigrê. jineke paş řoynî wirçî le kunekey wederkewt, řoyewe bo dêy xoy; bêçuwe wirçekan ředûy kewtin, herçî ḧewlî da, negeřanewe. heta geyştinewe małan xełqî neyannasyewe. ḧîkayetî xoy gêřawe; gutî: «babe, wirçeke le dwam dê, biçin bîkujin». tifengiçî wederkewtin temaşayan kird. wirç be hełîngidan hat, berdî zelamî hełdegirt, bexełqekey dadeda. hersêk bêçuwekanî lewê dîn; hersêkî bebaweşî hełgirtin, leser řa be ’erzêy dadan. hersêkyan mirdin. wirçeke hełat, tifengiçîyan wedûy kewtin, wirçekeşyan kuşt.