III

xuła le sułtan meḧmûdî gewretre
Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 6 Xulek  1277 Dîtin

pyawêkî awfiroş le şarî ẍezneCihyida awfiroşîy dekird. xuła way bo biřîbowe, ke hemû řojê timenêkî peyda dekird. şewê dehatewe małe xoy. hêndêkî birader bûn, bo wanî xerc dekird. şewê le małe wî xerîkî bezmî debûn. qeder eyyamêkî way řabward, şewêkî sułtan meḧmûdKes de şarî ẍezneyda degeřa, hate ew kûçey, gwêy hełxist, temaşay kird dengî goranî û tar dehat. be cilkî derwêşî çuwe jûrê. seławî kird. saḧbimał cêy pê nîşan da; danîşt. bexêratnî kird. qederêkî danîşt, xełqeke biławeyan kird. sułtan meḧmûd fikirî kirdewe, le diłî xoyda gutî: «ew pyawe awzey małêy hîç nîye; ew bezmey le çî dirus kird? nařom heta nezanim, le kwêy buwe». xoy dagirt, neřoy. xanexwê gutî: «derwêş eto bo nařoy?» gutî: «babe, emşo mîwanim, lêre zyatir çi cêm nîye». saḧb mał gutî: «derwêş, qeydî nîye ewşo lêre be». se’atêkî pê çû pirsî: «xanexwê be xułat swênd dedem, ew xercet le kwê peydakirduwe? emin debînim etû hîçit nîye». gutî: «derwêş! binû. lew qisane geřê». zor pařawe le saḧb małî. gutî: «derwêş, emin hemû řojê awfiroşî dekem, timenêkim wegîr dekewê, bo řefîqan xercî dekem. hemû şewê ḧałim waye wekî deybînî». derwêş gutî: «eger sułtan meḧmûd ḧukmî bika kes awê nefroşê çi dekey?» gutî: «derwêş xuła le sułtan meḧmûdî gewretre; binû». derwêş nûst ta sibḧeynê. sibḧeynê zû řoy çowe ser textî, ḧukmî kird: «emřo kes awê nefroşê». caryan le şarî da kêşa; kabra gwêy lê bû. qisey derwêşî webîrhatewe; gutî: «ew derwêşe şeytan bû». çû le małê, gurîsêkî hełgirt, xerîkî ḧembałî bû. ewê řojê dîsan timenêkî peyda kird, şewê bo řefîqan xercî kird. sułtan meḧmûd dîsan, hatewe seławî kird. saḧb mał bexêratnî kird, danîşt. paş qederêkî xełqî řoyn, gutî: «derwêş, bo nařoy?» gutî: «çi cêm nîye bîçmê; emşoş lêre debim» dîsan derwêş pirsî: «emřoke sułtan meḧmûd bîstim ḧukmî kirduwe, kes awê nefroşê, etu xercî emşot le kwê bû?» saḧb mał gutî: «derwêş! wek qelê deqřî, emin şewê dîm pê gutî: xuła le sułtan meḧmûdî gewretre». derwêş gutî: «eger sułtan meḧmûd ḧukmî bika kes nabê ḧembałî bika, çi dekey?» gutî: «derwêş! xuła le sułtan meḧmûdî gewretre». derwêş nûst ḧeta sibḧeynê, sibḧeynê zû řoyîyewe ser textî. cařyan řayeşt, kes nabê ḧembałî bika. kabra zor mat bû, hîç kasbîy dîkey nedezanî. meḧtel bû ta êware hîçî wegîr nekewt. cilî bêkarîy le małê bo deberî kird, hate ser kûçey! řawesta. temaşay kird, dû ladêyî şeřyan dekird. xoy lê kirdine daroẍe. çû dû sê darî lê dan, girtinî; gutî: «detanbeme kin sułtanî». pyawekan tirsan! gutyan: «babe, dû timenit dedînê, memanbe kin sułtanî». dû timenekey lê wergirtin, çowe małe xercî kird. şewê sułtan çowe dîtî bezmî emşo le hemû şewan zyatre. çowe jûrê danîşt, ta direngêkî pirsî: «řefîq, emřo bîstim sułtan ḧukmî kirdibû, hîç kes ḧembałî neka; xercî emşewet le kwê bû?» gutî: «zor bedfeřî, eto çit beser ew qisane dawe?». gutî: «derwêş, ḧîkayetî wabû». derwêş gutî: «eger sułtan sibḧeynê bitbate kine xoy şîrêkî le qedit bestê, ta êwarê çi dekey?» gutî: «derwêş! sułtan çî beser emin dawe?» derwêş gutî: «bełkî le dûy nardî». ew şewî nûst; sibḧeynê hełsita, řoyîyewe sertextî danîşt; pyawî nard kabrayan hêna şîrêkî le qedî best, řay girt ta êwarê. êwarê kabra xoy dizyewe, şîrekey birde kin şîrgerêkî, gutî: «westa şîrêkî darim bo dirus bike, ew şîreş giroy bîstimenî bê, ḧetta sibḧeynê pûłit dedemewe». pûłekey lê wergirt. çû xercî kird. ewê şewê mîwanyêkî çakî dirus kird. sułtan meḧmûd êwarê řoy bo małe kabray gutî: «bizanim, emşo çî heye bîda be mîwanan». řoy temaşay kird meclîsî ewê şewê le hemû şewan xoştire. sułtan sersam bû, xercî ewşoy le çî peyda kirduwe? řoye jûrê. seławî kird. saḧb mał gutî: «wederêy binên, zor bedfeře; hemû şewê sedeqim lê deda, herçî ew dełê wam beserdê». derwêş zor pařawe. danîşt heta şew direng bû. xełqî řoyn, derwêş becê ma saḧb mał gutî: «derwêş biřo». derwêş gutî: «eger biřom ḧesesan demgirin». gutî qeydî nîye, herçî eto biłêy çatirim bo dê». derwêş gutî: «bîstim emřo sułtan etoy birdibuwe kine xoy, ta êwarê lewê bûy. xercî emşewet le kwê peyda kird?». ḧîkayetekî bo gêřawe; derwêş gutî: «ewêsta şîreke dare; eger sułtan sibḧeynê bitba gunabarêkî bênê, biłê serî bibře çi dekey?» gutî: «derwêş, binû, xuła le sułtan meḧmûdî gewretre». sibḧeynê derwêş řoyewe sertextî, gutî: «biçin fułan kesî bênin». çûn hênayan. şîrekey beqedewe buwe. gutî: «biçin, girtuwêkî bênin, ew pyawe serî bibřê». hênayan. dayane dest awfiroşî ke serî bibřê. sułtan çawî lêye; kabra gutî: «ya řebî! ew pyawe eger gunabar nîye şîreke bibê bedar». şîrî derkêşa. le estoy kabray da; neybiřî, şîreke bibû bedar. awfiroş be sułtanî gut: «qurban! ew pyawe gunahî nîye; boye şîreke bû be dar». sułtan zor pê kenî. xełatî kird û kirdî be nokerî xoy.

deskêk guł deskêk nergiz
mergî ew cematey nebînim hergîz