gurg û berxeke

Li pirtûka:
Hemîşe Behar
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  772 Dîtin

azad kakî zor xoş ewîst, hemû car ke le qutabxane egeřayewe, kitêbekanî le taqekeda da’ena û dest û demuçawî be sabûn eşt û daykî nanî bo da’ena, nanekey exward û lepaşa kitêbekanî ehêna û eçû le tenîşt kakyewe da’enîşt û derzekanî bo ewtewe. paş ewe destî ekird be pirsyarkirdin le kakî. řojêkyan witî:

tuxwa kake gyan! ewe ełîn: «meselekey wekû meseley gurg û berxeke waye» gurg û berx çîyan kirduwe wa buwe be meteł û eygêřnewe?

kakîşî witî: şêteke lê geřê, be derzekanta biçorewe, baştire!

azadîş witî: tuxwa kake gyan eger bom negêřîtewe, eweş derzêke ba bîzanim. kakî diłî nehat diłî birakey bişkênê, boy gêřayewe witî:

carêk le awayîy dareşmane berxêkî cwankelane, ke seyr eka wa beharekey beharêkî xoşe û guł û gya têk aławin û deştekey mêrgepan buwe be seyrangay xawen diłan, heł’estê wirde wirde řû ekate ew nawe û gelê diłî pê ekirêtewe; çunke cêleweřî daykî û nenkî û hemû ’eşretekey bû. hemûyan lewê leweřawin û awyan lê xwarduwetewe û be diłnyayî řeçełekyan biřawetewe.

be řê ekewê, be dem leweřewe eřwa, hemû car tozê gya eqirtênê û xirmexirim eykirmênê, heta têr exwa û le naw biře gyayekda lêy řa’ekşê û dest eka be kawêjkirdin. zorî pê naçê tînûy ebê, heł’estê xirpe xirp eçê bo ser coge awe befraweke- ke befrî xwayî buwe û heway behar twanûyetewe û beşî kesî pêwe nîye- lelay xwarewewe demî tê enê û têr exwatewe.

kutupiř gurgêkî geřîde le dûrewe berxe cwaneke bedî eka. be qełembazêk xoy egeyenête ser aweke û lelay serûy awekewe gwê taq û cût eka û be mořêkewe seyrî berxe cwaneke eka, danî lê řîç ekatewe û pêy ełê:

berxe bêşermeke. axir to nazanî min aw exomewe? boçî cogeleke lêł ekeyt û awekem lê ekey be quřaw.

berxekeyş ke çawî pê ekewê zeneqî eçê, le çawe tîje sitemkaranekey etirsê, be heniskebřikê pêy ełê: qurban! min çon aweke quřawî ekem? cenabit wayt le lay serûy awekewe, min le lay xwaruwewem, aweke le berdemî cenabtewe dêt bo min.

înca gurgeke ewendey tir danekanî řîç ekatewe û pêy ełê: hey berxe wa wa lêkiraweke. boç lat waye min le bîrim eçêtewe, ke par leber xotewe danîştibûy destit kirdibû be cinêwdan pêm. lewe ne’etirsay ke eybêmewe?

berxe cwanekeş ełê: qurban aẍem. min îmsał hatûmete dinyawe, par, bawkim hêşta daykimî mare nekirdibû. qurban! ke etewê bimxoyt em qisane boçî efermûyt. were bimxo, dengim be xwa nebê be kesî tir naga, be bêdesełatî wa le ber destita kewtûm.

gurge, ke emey bîst ewendey tir tûře bû. witî: berxe baweḧîzeke, to dyare çene be çeneyîm legeł ekeyt, min ełêm ba lepêşa em qisaney legeł bikem bo ewe tozê samî bişkê, egîna to nazanî min pyawêkî bedesełatim û be her cor bête qise her ebê bitxom?

emey wit û guřî bestewe û pelamarî berxe cwanekey da.

xwawřasan lew kateda řeşmarêkî zil lenaw gyakeda pepkey xwardibû, ke gurgeke xoy fiřê eda bo berxe cwaneke, pêy enê be marekeda, mar heł’ebłoqê û xoy le milî gurgekewe e’ałênê. ewende eyguşê, ewende eyguşê heta eytasênê, lepaşa beweş wazî lê nahênê xoy lê ekatewe, dem exate ser lûtî û pêwe eda. gurgeke lewê bo xoy etopê û mar û mêrû ser ekene lakekey.

berxe cwaneke, ke emey çaw pê kewt, heřay kirdewe û be řêgada her hełî’exsitewe heta xoy geyandewe lay daykî û karesatekey bo gêřayewe.

daykîşî witî: řołe, ewe bawkî řeḧmetîştyan her bew derde bird. bew core qisane dewryan lê dabû bo ewe nełên pyawxirapin, ke çawbestyan kird înca xwardyan. bełam xwa zułmî bê endaze hełnagrê, załim axrî her be derdî xoyewe ebê bitlêtewe. şukir bo xwa ke em careş toy pê damewe.

***

azad minałêkî jîr û wirya bû, ke gwêy le qisekanî kakî bû, tozê řama û lepaşa witî: tuxwa kake gyan, ewe gurgeke hîç bezeyîy be bêdesełatîy berxe cwanekeda ne’ehatewe? ey ke her eyewîst bîxwa, ew qisaney boçî ekird?

kakîşî witî: mebestî ewe bû le katêka ke dem exate lakekey, eger gurgêkî tir hat û pêy wit lew goşte cwane beşî minîş bide, em pêy biłêt: her hîy xome, le tołey cinêwekanya way lê ekem.

înca azad witî: desa demî mareke xoş bêt.

kakîşî witî: gyan kakey, qanûnêkî tebî’îye, załim zewałî her ebê bo biga.