sêweng û mam řêwî

Li pirtûka:
Hemîşe Behar
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  754 Dîtin

sêweng hemû car ke le qutabxane egeřayewe, kitêbekanî ehêna serlenwê ew şitaney exwêndewe ke basî xêrubêr û «kan» û şite benirxekanî wiłatekey têda bû. beme zor egeşayewe, ke seyrî ekird em hemû şite nayabane le xak û berawî wiłatekeyda heye, le layekewe em hemû kane «newt»e, lelayekî tirewe em hemû «dermanaw» û wirde babetane ke her yeke dermanî hezar derde. bist, bist geşey ekird.

řojêk le řojan basî awespîy sengaw û dermanawekey dirozney xwêndewe ke emane çende be kełkin û çende bo nehêştinî derd û ’îllet qazanc be xełkî egeyenin. taray xuşkî bang kird û pêy wit: tara gyan, temaşa ke em nîştimaney ême çende şitî xwakird û nayabî têdaye ke pyaw herwa sersam ebê. ême pêwîste leserman em aw û xake ke mełbendî bawbapîrmane le hemû şit be lamanewe xoşewîstitir bê. em hemû xêrate ke le wiłatekey êmedaye le hîç layekî tir nîye. taraş witî: be xwa sêweng gyan řast ekey. nîştimanekeman her biste xakêkî ałtûnêke, lam waye hîç wiłatêkî tir nîye ewendey em wiłatey ême be xêrubêr bêt, ca leber ewe minîş ełêm çende bawik û daykiman xoş ewê ebê ewendeş nîştimanekeman xoş bwê. bełam xozga sêweng gyan hendê lem şwênaneman be çawî xoman ebînî. sêwengîş witî: başe bełkû îşêkî wa bikeyn bawkiman bimanba bo ser dermanawekey dirozne. înca tara witî: êste min eçim be daykim ełêm bełkû be bawkim biłêt bimanba, toş biço be lay bawkimewe, sêwengîş witî başe.

lepaşa tara çuwe lay daykyewe û pêy wit: tuxwa daye gyan bełkû be bawkim biłêyt bimanba bo ser dermanawekey dirozne, ba çawman pê bikewê. daykîşî witî: ca boçîtane řołe? ewîş witî: daye gyan! xêratî wiłatekemane, ḧez ekeyn bîbînîn. daykî qisey kiçekey zor pê xoş bû, witî: başe řołe gyan pêy ełêm.

şewê, ke hemûyan le serban danîştibûn, xerîk bûn çayan exwardewe û qisey xoşyan ekird, daykî tara řûy kirde bawkî sêweng witî: tuxwa pyaweke, minałekan zoryan dił beweweye ke dermanawekey dirozneyan çaw pê bikewê, bełkû byanbey bîbînin. xêra sêweng heřay kirde bindest bawkyewe û destî kirde milî û witî: tuxwa babe gyan, eger nemanbey, ḧez ekeyn bîbînîn. bawkîşî witî: řołe bo çîtane, ca çîy têdaye? sêwengîş witî: babe gyan le xêratî wiłatekemane, çawman pêy řûn ebêtewe ke seyrî bikeyn. bawkî hoş û fîkirî kuřekey zor pê xoş bû. maçêkî kirdewe û lepaşa witî: başe řołe gyan beyanî eçîn. îtir sêweng û tara ew şewe le xoşîyana xewyan lê nekewt.

ke beyanî řoj buwewe, bawkyan otombêlêkî bo girtin, her çwaryan swar bûn û le kifrîyewe boy řoyştin ta ser awe sipî.

awe sipî kewtuwete berî řojełatî kirbiçnewe. temaşayan kird eme eşkewtêke. lewêwe çûne jûrewe seyr eken nawekey çaławêkî zile.

be çwardewrî em çaławeda diłop diłop awêkî sipî her wekû do etkête xwarewe. bonêkî ewende tîj û karîgerî lêwe dêt mêşkî pyaw eba be asmana û ta nizîkey sê mîl bonekeşî eřwa.

tumez em awe «kan»y gogirde û bo her derd û ’îlletêk pyaw carêk xoy pê bişwa le kołî ekewê. ewanîş beher cor bû xêra tozê xoyanyan pê şit û hatne derewe. leber bonî aweke neyantiwanî zor têda bimênnewe. înca swar otombêleke bûn û geřanewe bo ser dermanawekey dirozneCih.

dirozne gundêke le sengaw û be endazey çwar mîl kewtuwete şîmal kirbiçnewe. dermanawekeş çikê le diroznewe dûre. ke çûne serî, seyryan kird eme kanîyeke ewîş wekû awe sipî bonêkî naxoşî lêwe dêt. em awe be cogekeda eřwa. be çwar řeng, řeng edatewe; be řîz le pêşa sûr, sewz, sipî û řeş, emane hemûyan be tenîşt yekewe be yek cogełeda eřon, hîçyan têkław bewî keyan nabê.

sêweng û tara le çawpêkewtinî em awe bem core zor seryan siř ma. le bawkyan pirsî: babe, ewe çon em awane têkław be yek nabin? bawkîşyan witî: řołe emane le binewe serçawekanyan be tenîşt yekeweye bełam le katî hełqułîna le yek kunewe heł’equłn. leber ewe her yeke kanî şitêkî serbexoye û her yeke hêzî taybetî xoy heye û em hêzane le beynî xoyana dujminî yekin, hêzekan nayełn aweke têkław bibê.

emane eger perwerdekirdin bibê, her yeke kanî şitêkî wan ke le kem wiłatda çing ekewn, meger her lem wiłate xoşewîstey êmeda nebê. emane kanî ałtûnî řeşin, bełam daxekem ême xoman lêyan bêbeşîn û xêr û xêratekeyan bo destêkî tire. îtir minałekan zoryan pê xoş bû ke şitî wa nayab le wiłatekeyana heye, her eyanut: xwaye em nîştimane cwaneman pê be zyad nezanî. xwaye řojêkman nîşan bidey ke xêrî wiłatekeman bo xoman bê û xełkî beseryewe pyawetîy lê neken û êmeş tyaya bêbeş bîn!..

***

lepaş emane swar otomobêleke bûn û geřanewe. le řêgeda sêweng temaşay kird ewa řêwîyek kilkî lê kirduwe be ’elem û be hełedawan tepukut lew naweda řuwew tûnî babe ’emre eřwa û toz ekat. witî: tara temaşa ke ew řêwîye çon be pele heřa eka? tuxwa babe gyan otomobêleke řagre ba biçim lyê bipirsim boç wa kewtuwete em deşte? bawkîşî otomobêlekey řagirt, sêweng dabezî, çû, ser řêy mam řêwîy girt û pêy wit: mam řêwî. řoj baş. ewe boç wa be pele heřa ekeyt? mam řêwîyş witî: kesî mamî lêm geřê ba be derdî xomewe bitlêmewe, zor be pelem û lêm qewmawe.

sêweng witî: nabê mam řêwî, her ebê pêm biłêyt, bełkû min çarêkit bikem. mam řêwîyş witî: kesî mamî! ełên lew xware ḧuştir be bêgar egirin, minîş le tirsî ewe eçme tûnî babe ’emre xom eşarmewe. sêweng qisekey mam řêwîy zor be lawe seyr bû. witî: ca mam řêwî ḧuştir be bêgar egirin to boç wa kewtûyte cambaze?

mam řêwîyş witî: kesî mamî. şar bê şalyare, ke girtimyan, ta qebałey xom exwênmewe pêstim ekenin. newełła çak waye ta pêstyan nekendûm xom řizgar kem, ew wexte kê lewe epirsê min řêwîm yan ḧuştir?!

înca sêweng witî: mam řêwî! legeł min eçîne naw otomobêleke. ke çûyne małewe legeł taray xuşkima nwênit bo řa’exeyn û mîwandarît ekeyn û cwan cwan ḧeşarit edeyn, eger hatin xeberî ḧuştiryan pirsî ełêyn kes lêre nîye tenha mam řêwî nebê, ewîş nexoşe, hênawmane bo ser duxtor. mam řêwîyş witî: ne’, kesî mamî, lêm geřên ba be řêy xomewe biřom, eger xasxiwayek hat witî: ne’ eme ḧuştire, ew wexte eger pelim be pelî hewrewe bê her řizgarim nabê. lepaşa sêweng witî: de başe mam řêwî, xwat legeł.

mam řêwî lêy da řoyşit û emîş geřayewe bo naw otomobêleke û qisekey bo taray xuşkî û bawik û daykî gêřayewe. tara lem karesate ewende pê kenî hêzî lê biřa.

lepaşa geřanewe bo małewe, le řêgada seyryan kird wa řawçî kewtûnete ew deşte, řawe melîçk eken. goştî melîçk zor xoşe.. sêweng minałêkî jîr û wirdibîn bû, be taray xuşkî wit:

tara! mam řêwî witenî ba êmeş xêra řakeynewe bo małewe, eger hat û be êmeşyan wit êwe kêşken biłêyn çî? ta ême biłêyn kuře çoleke nîyn, sêweng û tarayn, goştekeman lenaw demyana tam edatewe.

îtir xêra heřayan kirdewe bo małewe. ew nwêne ke eyanwîst bo mam řêwîy řaxen bo xoyanyan řaxist.