řawejîşk

Li pirtûka:
Hemîşe Behar
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 10 Xulek  649 Dîtin

řawejîşk zor xoşe, newzad bûbû be binêşte xoşey jêrdanî, nesrînî xuşkî ney’ewêra bibziwêtewe xêra pêy ewt: şerit bê ebê řawejîşkêkit pê bikem. nesrînîş ney’ezanî řawejîşk çîye. carî wa hebû lêy etirsa, carî waş hebû waqî wiř ema. heta hate ser ewe le bawkî bipirsê, em řawejîşke ke hemû car newzadî biray girtûye be demewe, çîye?.

şewêkî wekû îmşew, ewa nesrîn û newzadî biray û bawik û daykî pêkewe hemû le jûrewe danîştibûn. taze qariçk derçûbû, daykyan boy sûr kirdibûnewe û boy danabûn, têryan lê xwardibû, diringey wirgyan ehat, be gîzey semawerekeş legeł newzada semayan ekird. kutupiř řawejîşkekey kewtewe bîr, xilexil heřay kird bo lay bawkî, destî kirde milî û witî: tuxwa babe gyan. newzadî biram hemû car pêm ełê: şerit bê ebê řawejîşkêkit pê bikem. řawejîşk çîye?.

bawkîşî destî kird be pêkenîn û witî: řołe şitêkî wa nîye, newzad ba her bo xoy qise bikat. nesrîn ewendey tir şîrînîy pya çû, emla û ewlay bawkî maç ekird û lêy epařayewe ke boy bigêřêtewe. daykî nesrînîş řûy tê kird û witî: tuxwa pyaweke! diłî kiçekem meşkêne, boy bigêřewe, ba êmeş gwêman lê bê.

înca bawkî zerdexeneyekî kird û pêy wit danîşe ta botan bigêřmewe. nesrîn danîşt û newzadîş çuwe tenîştyewe, bawkyan destî kird be gêřanewey û witî:

«eḧey kiřnû, řeşey xecelaw, mecolî xame û ’arfî ałî»

dewrey «eḧey caw» eden be qisekirdin û şit gêřanewe. eḧeş ełê: lêm geřên biçin be řêy xotanewe, birsîme, îmřo ḧełwayekim dawe be westa gurûnî dartaş be penca pûl. «emîn çiştîr» dabesteyekî qełewî ser biřîwe, eçim bayî penca pûleke goştî lê ekiřim û eybem bo ferecî tewfîqî kebabçî bom bika be kebab, têrî lê exom, ca ew wexte dêmewe qisem bo bigêřnewe.

xêra ’arfî ałî ełê: ay mameḧmed. were emane hîçyan wirgî to piř nakenewe, ewa girdekey «zêřînok» lew dîwewe be pêy fîl jîşkî lê kewtuwe, eçîn řawejîşkêkî başî lê ekeyn, goştî jîşkîş qełew û betame, şiłpey dê le řona, eyhênînewe û eybirjênîn, ewende bixo heta le lûtit dêtewe. bêne penca pûleke ba her le êstawe lelay «yûsb» boy bideyn be dar bo birjandinekey.

mameḧmed tozê řa’emênê û lepaşa ełê: başe, ha ewe penca pûleke û ba biçim ḧełwakanim dabnêm. xoy egeyenête ber çaxanekey derwêş şerîfî çayçî, lewê ḧełwakey fiřê eda û xêra egeřêtewe.

- nesrîn tozêkî tir xoy le bawkî nizîk exatewe û ełê: ê! be xwa babe gyan xoşe, dey boman tewaw ke - bawkîşî ełê:

em komełî acîl û macîle eḧe heł’egirin û tenekeyek leber dukanekey ḧacî sałḧî şûşefroşa danrabû, eken be tenekeda û lêy eden řuwew girdî seywanCih, tozê lew naweda be demeteqê û şeře qise legeł xełka řa’ebwêrin. her kes çawî pêyan ekewê sersam emênê, ke em desteye çon wa yekyan girtuwe.

bangî şêwan dadêt, înca lewêwe eçin be řûy zêřînokda, ta egene ewê, bangî xewtinanîş ebê û dinya tarîk dayê.

eḧeş car car řûyan tê eka û ełê: daykitan wa, key řaw wa ebê? bem şewe çon řaw ekirê. mecolîş ełê: bêqeza bî mameḧmed. to şewaret nekirduwe? ełê bełê wełła kirdûme. ełê: dey řawejîşkîş wekû şeware be şew ekirêt. ełê a, dey başe ba biřoyn.

eçin ta egene ser girdeke. lewê eḧey kiřnû ełêt: înca ebê serřaw û binřawî bo damezrênîn. eḧey caw eken be dyarîy serřaw û pêy ełên: mameḧmed to pîrî natwanî heřa keyt, serřaweke bigre dest, bo xot lêre danîşe tenekeke le berdem xota danê, berdêkîşî eden be destewe, ełên dest bike be teneke kutan û teqeteq, êmeş eçîn binřaweke egrîn.

ewîş ełê: ca daykitan wa, em teqeteqe çîy têdaye? ełên: ay mameḧmed çon wa ełêyt? ke to lêre destit kird be teqeteq jîşkekan hemû her yeke lebnidewenêka bo xoyan der’epeřn, êmeş wirde wirde eyangirîn û seryan ebřîn, heta kołêkî başyan lê da’egrîn û ew wexte dêynewe bo lay to, pêkewe hemûman eçînewe bo naw şar. bełam to, ta ême neyeynewe nabê bibzûyt we naşbê le tenekekutan bikewît.

ełê başe biřon, bełam eger zor negirin daykitan wa lê ekem. ełên başe.

***

mameḧmed bo xoy dest eka be tenekekutan û emanîş be nawî binřawewe le girdeke dêne xwarewe heta le mameḧmed win ebin, pêy pya dênin řuwew naw şar. ewa mameḧmedîş her lewê bo xoy teqey dê û teneke ekutê. ke egenewe naw şar demedemî xewtinane, ’arfî ałî xoy egeyenête çaxanekey derwêş şerîf, pêy ełê: mam şerîf!

mameḧmed ełê wam leber qapîyekey mizgewtî seyḧesena natwanim bêm, ḧełwakanim bo binêrêtewe. mam şerîfîş ełê: ewa lewêye boy bere. ’arf eka be ḧełwada û eyhênê. leser sekokey bermałî ḧemey ’enber her çwaryan çokî lê da’eden hemûy exon û tebeqekey fiřê eden. mameḧmedîş lewlawe her teneke ekutê. kutupiř lewêda candirmeyekyan lê řast ebêtewe, têyan exuřê, kuře bem direng wexte lêreda çî eken? ’arf dest eba penca pûleke - ke le mameḧmedî wergirtibû- eyxate mistî û ewîş le koł ebêtewe.

eman lêreda biławey lê eken û her yeke eçnewe bo małî xoyan, be şêneyî qaçî lê řa’ekêşin û enûn.

- nesrîn qisekanî êcgar pê xoş ebê, le xoşîyana xoy heł’egłofê û xoy enûsênê be bawkyewe û ełê:

ê babe gyan! eman lemlawe nûstin, ey eḧey caw çîy be ser hat? - bawkîşî ełê:

lewlawe mameḧmed her xerîke teneke ekutê û tequhuřî danawe û car car le ber xoşîyewe ełê: «çakî bikute eḧe mirdût mirê, goştî jîşke, xořayî nîye».

eykutê, eykutê heta dû beşî şew eřwa û seyr eka hawřêkanî dyar nîn. gwêy nadatê her eykutê, heta way lê dê şil ebê û wenewzekutêy pê ekewê û destî sard ebêtewe. car car řa’eçenê û dest ekatewe be lêdan. weřs ebê û hîç deng û sengêkîş le hîç layekewe nîye. ewa wirde wirde şebeqîşî da, be carê le hîlakîya pelupoy piçřa. heł’estê şeqê le tenekeke eda û řuwew naw şar boy ekşê. bemla û bewlaşa her lay bo ekatewe bełkû, yekê le hawřêkanî berçaw kewê, hawřêyş wan le şîrîn xewa.

doş doş boy dêtewe ta egatewe mizgewtî sey ḧesen, lewê hêzî lê epçiřê û lêy ekewê, dest eka be cinêwdan be mecol û ewan!. le daxana kef eçeřênê û kifrî dwanze îmam eka, ehlî geřek lêy ko ebnewe û dewrey eden. ha mameḧmed. xêr bê ewe çîte?

- wazim lê bênin hey wa wa lêkirawîne; îmşew ew segcisnane birdimyan bo řawejîşk, le êwarewe ta êste teneke ekutim, pelupom lê biřa û le birsana mirdim.

ke ełê: řawejîşk, qaqa xełkeke dest eken be pêkenîn û gałtepêkirdin pêy. mameḧmed ewendey tir şêt ebê, cinêw eda wekû gełay dar. bełam kê gwê edate cinêwî.

bereket da - pîremêrd- peyda ebê û dû kulêre û dû îstikan çay bo ekřê û eyxiwa, ahêkî pya dêtewe. lepaşa lêy epirsê: mameḧmed tebeqe ḧełwaket kwa? ełê: wa le çaxanekey derwêş şerîf. eme ełêt û heł’estê eçê bo lay derwêş şerîf.

wirde wirde beřê ekewê. wext direnge, çêştengawe. lewlawe řeşe û mecol û ewan lepaş ewe ke nan û çay xoyan le małî xoyan exon û têr xewîş bûn, yeke yeke řû eken bo çaxanekey derwêş şerîf bo bînînî karesatî eḧey caw be derwîş şerîf.

le dewruberî dukaneke xoyan da’egirin û ebînin wa eḧey caw be şeleşel hat û le ber qapîy çaxaneke westa û bangî kird: derwêş! tebeqe ḧełwakem kwa? bimderê!

derwêşî besezman waqî wiř emênê, ełê: ḧełway çî mameḧmed?

ey şewê ’arfî ałêt bo nenard, bom nardîyewe?

- kuře bêne tebeqe ḧełwakem, daykî to û ’arfî ałêşt wa lê ekem!.

ewa ’arf û ewanîş xoyan dagirtuwe, leber pêkenîn hêzyan lê biřawe.

eḧey kiřnû le sûçêkewe xoy kutaye çaxaneke û sey ’ewłay ḧacî sey ḧesen û hendêkî tir danîştibûn, le meselekey tê geyandin. kê ma leber pêkenîn bitwanê xoy bigrê.

sey ’ewła çuwe bin dest eḧey cawewe pêy wit: mameḧmed eger ew tebeqe ḧełwaye lew derwêş şerîfe nesênîtewe be merqedî kakeḧmed şarbederit ekem. xoy xwardûyetî û keçî êste ełê bom nardûytewe.

çuwe lay derwîş şerîfîşewe witî: to ’eyb nakey? be lay xotewe derwêşît û nwêj û řojû egrî, kes nema tema’î têkey eḧey cawî quřbeser nebê.

ca were seyrî em bezme ke. mam şerîf wekû fîşeke şête çû be ’asmana.

legeł eḧey caw destyan daye yexey yek û be cinêwdan û be serugwêlakî yek kutan berbûne yek. hemû şarî suleymanîCihyan řija be sera, ew řoje leber bezmî emane kes kar û kaspîy bo nekira.

carcarîş mameḧmed be derwêş şerîfî ewt: kuře, ḧełwaket xwarduwe, tebeqekem bo nadeytewe? ca were derwêş şerîf îman le kelleta bimênêt.

lepaş ewe ke têryan le serugwêlakî yek hełda, her yeke le layekewe wekû teřaḧ lêy kewtin, bełam mameḧmed hîlaktir bû, çunke şewêş nenûstibû.

înca xełkeke le beyn xoyana her yeke de panze pûlyan ko kirdewe û yekêk çû dû hoqe ḧełwa û tebeqêkî tirî kiřî û hênay day be mameḧmed û witî: ha, mameḧmed! ewe ḧełwa û tebeqeket.

mameḧmed pişûyekî pya hatewe û betaybetî ke temaşay kird le hînekey xoy gelê zortire, witî: necîbîne, le hewełewe ta em hemû têhełdaneşim nexwardibû botan bihênamaye baştir nebû? tebeqe ḧełway xiste ser serî û lêy da řoyşit û lewlaşewe xełkeke biławeyan lê kird.

***

bawkî nesrîn ke le hemû qisekanî buwewe witî: řołe nesrîn, eme bû «řawejîşk». îtir nesrîn leber pêkenîn aramî lê biřabû, lepaş ewe fêr bûbû newzadî biray ney’ewêra bibziwêtewe xêra hełî’ekutaye serî eyut: «şerit bê ebê řawejîşkêkit pê bikem».

minîş ełêm îmřoj le hemû laye řawejîşke, hendêk lejêr nwênekey xoyana be asûdeyî qaçyan řakêşawe û tenekeyekyan dawe be dest hendêkî tirewe, ew tenekey boş ekutê û ewanîş pêy pê ekenin.