bo miteseřîfî kerkûk

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  441 Dîtin
n. nawî cergim hênd birînî pêweye wa sîl eka
û. wa xerîke xem şi’ûr û ’eqłekem tebdîl eka
r. řoḧ le derçûnaye bo wesłî zuleyxay lutfeket
y. yûsfî awareket wa meylî ’îzra’îl eka
bi. berd ebarênî beserma yek leser yek çerxî dûn
û. wek syapoşan, wicûdim matemê temsîl eka
x. xem weha xwênî diłî hênawete ser dîdekem
z. zîllet û ah û fîẍanim, şîwenê teşkîl eka
m. mirdinim la çatre lem jîne, gerdûnî denî
t. tûřeye daym le cem’î ’uşretim tenzîl eka
c. cewrî em ẍeddare řebbî řûnekate duşminim
n. nexte awêkî le řêda, lê be beḧrî nîl eka
î anê bêşey şêr ekate laney řêwî ẍerîb
bi. beynê eybînî ke sergeř geř be laşey fîl eka
t. ta bekey taławî, em zehret biçêjim řoj û şew
a. êş û azarit, hetakey keyf û xoşîm dîl eka
ř. řû le kwê kem gêjełûke û gerdelûlî negbetî
z. zîndegî û xoşîm be sed merg û xefet tebdîl eka
û. wis be îtir besye, hawar û beyanî derdî dił
y. yarî xot me’nay sikałaket be ḧeq te’wîl eka
t. têdefkirim, dête gwêm dengê be espayî ełêt:
ḧ. ḧamîyekî xot heye ew ḧałî to te’dîl eka
û. waz lem û lew bêne, her bo ew bere şekway diłit
y. yarî pêşûy xote, lutfî xoy beto teşmîl eka
li. lem qisane lade, nobey îḧtiramate û selam
a. aşnayan ba nełên her bo ḧecî xoy tîl eka
k. kakî xome zor selamî lê dekem, sedîqme
a. ew mu’eşîrme ezanim îşî min te’cîl eka
ewelî ḧerfî hemû mîsre’ eger ko bibnewe
mîsre’êke qesd û nawî şa’îrê tescîl eka
xot ezanî muxlîse, boye bebê perwa ełêt:
........................