dyarî jyan

le hewlêrewe bo midîrî cerîdey jyan «pîremêrd»
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  499 Dîtin
emşew be yadî towe nenûstim heta beyan
lêm hate giftugo, qełemî tîjî dû ziban
mestane destî kirde hera û girye û fîẍan
firmêskî wek řehêłey baran be newbehar
eřjaye xwarê, çaw yek û firmêsk biłê hezar
hawar û şîwenî geyîye, ’erşî kirdigar
destim geyande naw qedî, hêname pêşewe
pêm wit be nermî û bedłêkî be êşewe
em nałe nał û ah û enînet leber çîye?
em pirme pirmî zarî û şînet leber çîye?
fermûy le daxî toye hemû nałe nałî min
em matîye ke em deme kirdûte îxtyar
xistîye penawe, ’eqił û şi’ûr û kemalî min
etlêmewe bedaxewe, bê hoş û bê qerar
pêm wit, ke ey řefîqî tefekur, enîsî řoḧ
hemřazî řoj û munsî şew, meḧremî xeyał
ger to nebî, be kê egeyî dastanî nûḧKes
çon berz ebû, şî’arî edeb, felsefe û kemal
kê gwêy le nałey diłî zar û zebûn ebû?
çon řołeyî şî’ir, eçuwe baweşî jyan?
kê gwêy le kirdewey felekî wajegûn ebû?
ger to nebî û nenûsî le çepgerdîy zeman
megrî û binûse derd û sikałay diłî ḧezîn
bîde bebay şemał, be pele, dem bepêkenîn
bîba û biçête baweşî daykî jyanewe
lay laye çak ezanê, besozî beyanewe
jîrit ekatewe, xewî xêrit le çaw exa
exnêtewe beyanî, wekû guł be newbehar
dem piř le şî’rî cwanî, wekû duřî abdar
emca şerim meke û biłê, ey pîrî newcewan
«şêx nûrîNasnava edebî» řoḧî late, mełê wa le ẍurbeta
firyay ’ezabî kewtuwe yadit, le mîḧneta
herçend felek neşîdî be zor pê biřîmewe
’erizit eka be turkî, be yadî qedîmewe
«îrbîlde bin sinî duşnur yad yîdraykinTirkî
qarşimde bir şi’arî şi’ir hîklî adibTirkî
durimqide dirs şi’ir wîrir ḧisyatmeTirkî
bir ancizabî ḧis ayle pir zuq û aftixarTirkî
dîklir sikut ayle, binî ẍirqî tifkiratTirkî
aylir, wîrir sirî abdît ḧyatmeTirkî»