gileyî

bo se’îd qezazî
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  479 Dîtin
dête bîrit ew demey to řût le řûy peymane bû
min dił û xwênî diłim bo to mey û meyxane bû
dête bîrit her be tenya to le perdey sînema
sînema bûy û lewêda ẍeyrî to sîma nebû
dête bîrit karebay řûy ḧusnî xulqî to le kwê
şu’le efza bwaye «nûrî» zû lewê perwane bû
dête bîrit komełî caran û şewgaranî zû
giftugoy meclîs, hemû her řastî, mestane bû
dił le baẍî sîneda bo to le řîşey cerg û dił
řoj û şew hewłî çinîn û bestinî hêlane bû
şarezay řê bû, ekewte berdemit dił dê be dê
şarî bê mîhir û wefayî, ew ḧele wêrane bû
çî beserhat ew zemaney řastî û ’ehd û wefa
lay řefîq û aşnayan, şêweyî pyawane bû
çon mubedel bû be sefray tałî êş û derdî dił
ew şerabey şem’î cem’î aşna û bêgane bû
têgeyştim bo nemawe, şêweyî mîhir û wefa
takû řojî yek diłîy awa nebû, awa nebû
bo şitê çake «mi’az alilhErebî» bikewme ser ziban
ew xeyałatey ke min emkird, hemû efsane bû
zûm ezanî min ke qet nakewmewe bîrî yekê
wasîtey bîrkewtinewem bo neqłî em barzane bû
ew şewet bîre le bezmî wesłî yara dû be dû
ta beyanî, her beyanî řazî diłdarane bû
êste to bûyte wezîr û min midîrêkî feqîr
şertî însaf û mirwet, wa bizanim wa nebû