bo ’elî kemal

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  450 Dîtin
nameket geyîye dest fexrî hemû ehlî wiłat
bû be şanameyî her meclîs û bezim û ḧeflat
wa ebê hîmetî merdane û şêwey ḧetemî
dek îlahî neřzê qet le giła destî sexat
řêk beqed serte, kiławî kerem û efserî cûd
xişt beqed qamet û bałate, kewayî ḧesenat
beḧrî bexşayşî êwe nîye řojê ke neka
keremî ḧatemî tayîKes, be surabî wehemat
řutbe û mensebe, xwa layqî şanî dîwî
be feqîran ḧesenat û be ẍerîban xedemat
eme bo to bese, bo berzî xulqit be dewam
wirdî řoj û şewî em ’alemeye wesif û senat
řebî meḧrûmî neka xwa bedewamî jînit
komełî bê desełatanî wiłatit le berat