çawekem bo çî legeł ’aşiq emend de’wa dekey

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  772 Dîtin
çawekem bo çî legeł ’aşiq emend de’wa dekey?
çunke me’şûqî be qurban ’aşiqit řîswa dekey
da’îmen karit cefa û hîcran û derd û ẍusseye
quř be ser ’aşiq, eto me’şûqî boyê wa dekey
komełî ’aşiq emêsta wêł û sergerdanî ton
carê napirsî le kwên goya le lay xot çadekey
ḧakmî, nabê be dadî bêkesanda řabgey?
to diłî xełqî debey êstake wa ḧaşa dekey
ême wa řoyîn be me’yûsî le lat dewłet zyad
da bizanîn ’ebdî wek ême le kwê peyda dekey?
dił ewa lomem dekat û pêm dełê kurdîNasnava edebî emin
ger şikayatim ḧeqe boç wa qisey bêca dekey?