çawekem derḧeq be min be qisey bedî bê pîr meke

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  708 Dîtin
çawekem derḧeq be min be qisey bedî bê pîr meke
bê xeta û sûç û qebaḧet xot le min diłgîr meke
her ke lêm ’aciz debî tu xwa were zû bimkuje
çunke qetiłim xêre sa em kare qet te’xîr meke
řojî dîwanî xuda destî min û damanî to
qet le bo qetłî minî bêkes le kes xot zwîr meke
xot dezanî min siper nanême ber tîrî cefat
sa be mirwet be legeł min, şeř be dest û şîr meke
derdî dûrît bo hîlakî min bese mirwet bike
ḧeyfe îtir qelbî bîmarim nîşaney tîr meke
takû kuncî feqir û gencî ’aşiqît bo dest bida
qet tema’î ’îlmî ceřiř û kîmya û îksîr meke
min witim dîn û diłî kurdîNasnava edebî nebey, birdûte xo
sa lemewla herçî pêt mumkîn debê teqsîr meke