çawekem zanîwte bo çî xew le çawim nakewê

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  3308 Dîtin
çawekem! zanîwte bo çî xew le çawim nakewê?
çunke min pêşxizmetim, pêşxizmetan nanûn şewê
řoj û şew daym leber dîdey xeyałim ḧazrî
sa çi ferqêkî heye bo min îtir êre û ewê?
bes nîye lêre dewêrim car be car bast bikem
nemdewêra qet leber eẍyar ke nawit bem lewê
dił le taw zamî fîraqit da’îmen zarî deka
řoj be řoj men’î dekem, baz derdî sexte û nasrewê
’eqił û hoşim dawe pêt lêşî detorêy mał wêran?
dewłetêkî mifit û bê saḧîbe, bo çî natewê?
ger muxeyyer bim le nêwanî beheşt û wesłî yar
wesłî to bo min cehennem piř le cennet namewê
ey řeqîb! wêłim le destit lêre bo lêm nageřêy?
bawke kujtet nîm erê hey bedmezeb çît lêm dewê?
herwekû kêwî demawendê serim piř şořşe
qet temî hîcran û xem satê le dewrî nařewê
gerdinî kurdîNasnava edebî le kêwî bêstûn meḧkemtire
çunke çend sałe le jêr barî ẍemaye nanewê