newroz

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  969 Dîtin
agirî newroz be şapłîte û peřo nakirêtewe
zû bibête xołemêş û tînî dabmirêtewe
agirî newroz, be gyan û dił ebê wa xoş kirê
ger bexuř dîcle û fuřatî bête ser nekujêtewe
hatû ger şêtane men’î cejnî newrozit kira
lazme gyanit be merdî bîxeye jêr pêtewe
dest û pê, êskî şikaw, çîlke û çewêłî çawge bê
laşe herwek darî «zengeqłîşe» kobkirêtewe
xwênî lawan newt û benzîn bêt û biřjête serî
giłpeyekî wa bisênê şewqî danemrêtewe
pyaw bizîřênê wekû şêrî jyan hełmet berê
jin be dewrî agira bigrî û bilawênêtewe
xoş ebê ewsa biłêsey agirî newrozeket
ew ḧele seyrî gułî ke, çon demî ekirêtewe
des ekate pêkenîn bo bilbilî baxî weten
herbeyek sirwey beyan eşnêtewe û exnêtewe
çend bexoşî bulbulî xoşxiwan exwênê bo gułan
çon çirîkey ser çiłî, ’erşî ’ezîm egrêtewe
bew zubanî ḧałe xoşe em nizayet bo eka
řebî em řoje hemû sałê bexoşî bêtewe