be min biłê çi mîlletê
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
1 Xulek
768 Dîtin
be min biłê çi mîlletê le meqberî mematewe
le meḧu û înkîsarewe, le dewreyî nehatewe
neçote naw mucadeley ḧeyatewe
gelî biraw lawî kurd, le yarî dûr wiłatewe
şewê nîye behoy «esîr» le ẍerbî asyatewe
newîdî xoşî le êsge deng nedatewe
demê be qelbî zarewe, beçawî eşkibarewe
gehê be’ûd û tarewe, be heybet û wîqarewe
hîwa nexate naw diłî wiłatewe
ełê ke řojî kurd ewa beřêweye ledem kela
le ufqî nîştîmanewe, xerîke wa şebeq eda
be’alema becarê şewq edatewe
meweste řûkere hîwa, mepirse deşte yane kêw
metirse to le seẍłetî firaz û zeḧmetî nişêw
ke hewłe her girew le dehir ebatewe
bese zemanî ẍîrete, çi wextî xwabî ẍefłete
zemanî hewł û hełmete, helêkî zor beqîmete
newek felek le destî toy bikatewe
le kospî řêge sił meke, biřo berew şeqamî jîn
legeł sebatî kurdewarî pêçewaneye bezîn
xudaş lew hewłe awřê edatewe