hawzubanim, zubanî lałî mine

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  584 Dîtin
hawzubanim, zubanî lałî mine
bê zubanîy, zubanî ḧałî mine
êste pîrî şeřabî konî xeyał
xoşewîstî şewî wîsałî mine
le fezay asmanî eş’ara
fikirî wird, řojî bê zewalî mine
bîrî wird û me’anîy taze
le semay şî’irma, hîlalî mine
řû be řûnakî tefekur eřom
lefzî eş’arî min, zîlalî mine
ba ḧeramîşî têbgen «nûrîNasnava edebî»
şî’rekanim hemû, ḧełałî mine