saqya newbehare řoyî dey

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  774 Dîtin
saqya newbehare řoyî dey
firsete û hatuwe le destî nedey
newbetî ’eyş û noşe, dey sadey
bêne gerdûş pyałe piř ke le mey
çunke bîstûme min le nałey ney
«û min alma’ kil şî’ ḧîErebî»
saqya bulbulan leser liqî guł
nałeyan dête gwêm be soz û be kuł
toş were hełse bo feraẍetî dił
bêne gerdûş, pyałe piř ke le mey
çunke bîstûme min le nałey mey
«û min alma’ kil şî’ ḧîErebî»
saqya îmřo cejnî newroze
çejneyekî qedîm û pîroze
çejneyekî mubarekî hoze
were gerdûş pyałe piř ke le mey
çunke bîstûme min le nałey ney
«û min alma’ kil şî’ ḧîErebî»
bûkî mîna beřengî tarawe
lelq û popî sewsen aławe
mijde bê newbeharî hênawe
toş were zû pyałe piř ke le mey
çunke bîstûme min le nałey ney
«û min alma’ kil şî’ ḧîErebî»