her murẍê fiřî

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  675 Dîtin
her murẍê fiřî bo çemenistanî xeyałî
nagate ewê, têk eşkê şapeřî bałî
eḧwałî diłî zeře, bedes řojewe dyare
ey bê xeberan, êwe nezer ken le cemalî
her sa’etê řengêke qed û cilîweyî bałay
mîr’atî tefekur nîye, bo ’erzî mîsalî
eḧwałî diłî ’aşiqî bêçare mepirsin
cîlwey qedî yar kafîye bo pirsişî ḧałî
herçî yete ber dîde hemû ya řeme, ya ẍem
’alem hemû deştêke ke min bûme ẍezalî
bêçare tenefus nîyetî, taqetî perwaz
te’sîrî çi zułmê bû, ke sûta peřubałî
wek lale çilon naylî meqsed ebê «nûrîNasnava edebî»
ta daẍî xeyałêkî nebê, zînetî ḧałî