peşêwî perçemî şoxêkim

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  736 Dîtin
peşêwî perçemî şoxêkî bê perwa û bê bakim
muḧeqeqme ke mirdim bê gunah, layus’el û pakim
serim wek topî futboł, wa lemeydanî şeqa emřo
esîrî destubirdî qeł’eçîyekî çist û çalakim
bizanim řoḧî şîrînim be qurbanit ekem, emirim
le sałêka eger bo fatîḧayek dêyte ser xakim
ke mîḧrabî biroy tom dî, îtir lew wextewe daym
xerîkî amşoy mizgewt û wêrd û nwêj û sîwakim
qise û te’ney řeqîbî seg sîfet megrere gwêy xot
be lêdan û cinêwîşt řezam min, bendeyî çakim
le hatuçoy řêy to, eger des hełgirim kwêr bim
leber pêta, emîn be, ta qyamet xak û xaşakim
dił û dînim nesarî xakî ber pêy to ekem bexwa
tenezul ger bifermûy bêyte lam û bimkeye ḧakim