nîm nîgay diłberî min dił deřfênê be ’elî

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  843 Dîtin
nîm nîgay diłberî min, dił deřfênê be ’elî
nûkî peykanî mujey xwên detkênê be ’elî
çawî mexmûrî wekû turk le xewda hełsê
şîşeyî camî sebû deşkênê be ’elî
tîrekey emřo ke hênawete ser goşî biro
saẍerî badeyî ’uşret depjênê be ’elî
tarî kakołî ke efşane leser meytenî ałe
řişteyî can û dił û dîn depsênê be ’elî
neqdî firmêskî ledes merdumî çaw, send be ḧukim
bac ledes merdumî awî destênê be ’elî
mayeyî ’îşq weha puxte deka merdumî xam
xwên le cerg û dił û dîde demeyênê be ’elî
qadre kurdîNasnava edebî le bo qetłî hemûman qadir
’îşqî ew zînde dekat û demrênê be ’elî