şîwenî meḧmûd cewdet

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  872 Dîtin
nebuwe qet nemdîwe ta êsta le payîzda behar
bo çîye û boçî cilî şînî leber kird ka’înat?!
boçî wa wişk û biringe, mewsimî zistanekey?!
bo enałênê be hawîn, ře’dî bê we’dey nehat?!
bo beharî xiste payîz, boçî hawîn bû be dey?!
boçî zistan bû be giř, berbû le xermanî wiłat?!
boçî «nûrîNasnava edebî» kewte tendûrî fîraqî yarewe?!
boçî wa awareye bilbil le gułzarî ḧeyat?!
em su’alanem le newzadî ’eqił pirsî, witî:
min cwabêkim heye, têfkire çend me’qûle lat
sałekey ’ekse ewî yare ebê aware bê
gerdinî ehlî kemalîş bo pet û sêdare bê