şîwenî meḧmûd cewdet

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  604 views
nebuwe qet nemdîwe ta êsta le payîzda behar
bo çîye û boçî cilî şînî leber kird ka’înat?!
boçî wa wişk û biringe, mewsimî zistanekey?!
bo enałênê be hawîn, ře’dî bê we’dey nehat?!
bo beharî xiste payîz, boçî hawîn bû be dey?!
boçî zistan bû be giř, berbû le xermanî wiłat?!
boçî «nûrîPen name» kewte tendûrî fîraqî yarewe?!
boçî wa awareye bilbil le gułzarî ḧeyat?!
em su’alanem le newzadî ’eqił pirsî, witî:
min cwabêkim heye, têfkire çend me’qûle lat
sałekey ’ekse ewî yare ebê aware bê
gerdinî ehlî kemalîş bo pet û sêdare bê