şîwenî şêx biraymî biray

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  643 views
be şîwen bo pija, boçî zibanî lał û gîrawim?
be firmêskî cefa hełhatuwe birjangekey çawim?
ebê bo her beşî min nałe û giryan û matem bê?
leberçî da’îma her mestî ẍem, serxoşî zûxawim?
birale koçî nakamît û cêgay bê ser û şwênit
becarê taneyî lêłayî, wa hênaye serçawim
nemamî ’eyşekem nêjra, xefet gopke û çiroy derkird
řeg û terzî keder ałaye gyanî hełkiřuzawim
xefet destî lemil kirdûm, demî ẍem wa lenaw demma
mubedel bû be tałî, ’eyş û noş û şayî û řawim
be dem «ba» û gêjełûkey negbetî û asîbî dinyawe
be bincî derdewe, wek pûşî ba birdûye aławim
biłêsey agirî mergit be new’ê diłmî hełqirçan
geyşte ’erşî e’la bo çirûkî cergî sûtawim
meger her destew’ejno danîşim bo ḧałî xom bigrîm
meger her quř beser xoma bikem bo ḧałî şêwawim
ełêy serçawekey dił bote beḧrî xwênî ał û sûr
le xwênawî geşî firmêskima bem řenge gewzawim
mezane bêkes û tenya le dway to min becê mawim
serî xoy da’enê qewmî xefet, daym le pênawim
leser lêwim ebê em ax û dax û ofe ta mirdin
leser çawim ebê firmêskî xwênawîy heta mawim
tewjimî ah û lafawî siruşk emba beřêgawe
çił û çêwim be bincî darî bedbextîyewe gîrsawim
bibûrin ey řefîqan zamekey wêrane dił ḧeqîye
bexuř eyda be dîde cogeley firmêskî xwênawim
le sałî mergî toy pirsî yekê pêm wit: be mûy birjang
enûsim «şêx biraym řoAbjad Numerals: be pîtî ebced dekate sałî koçî dwayî şêx biraymî biray 1950» be xwênawî geşî çawim