koçî mela efendî hewlêr

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  684 views
dûbare asmanî ferec hewrî girte ber
ye’nî lîbasî matemî poşî benî beşer
dûbare dił le meclîsî piř sozî sîneda
sûta be narî ḧadîse, wek momî naw fener
řîşey diłî pisawe le hewlêrLocationewe kişa
nawî nirawe tel, be wiłata eka guzer
lûley şikawî êsk û pirûskî hemû leşêk
hatote nałe wek neyî dił piř le xwênî teř
dunya hemû beçawî teř û lêwî wişkewe
emřo ełêy le řojî qyamet eda xeber
em ah û nałeye be zimanî fesîḧ ełê:
çî kird be kurdî lîte beser, çerxî kînewer
nêjra sirûr û xem serî hênaye der le xak
xew kewte çawî xoşî û hełsa le xew keder
egrî teřeb, xefet desî kirdote pêkenîn
şayî le şîwenaye, keder keyfî kewte ser
mentîq zubanî lałe, belaẍet şipirzeye
ba muxteser biłêm, le mutewel nema eser
kê way ezanî emřo le şûmîy wiłate wa
bem newbehare fesłî xezan ser ekate der
bare le ḧeyat û ẍubare leser neşat
koçî mela beřastî bo kurdî quř beser
’umrêke baxewanî dił etlê bedaxewe
beynêke her nemamî emel xem eda semer
řoyî pider, ewa geyîye qesrî xoy bełam
yařeb be’îzî dîn û se’adet bijî piser
bo sałî řiḧletî be debîrî xîrd biłê:
«miẍfur leAbjad Numerals: 1361h» cwabye, pirsî yekê eger