şîwenî mela meḧmûdî bêxud

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 3 Xulek  727 Dîtin
xemim nedîwe ke dił hełdiřê wekû neşter
xemim nedîwe wekû tîr bida le bendî ciger
xemim nedîwe ke řûnakî û feřeḧ le diła
weha nehêłê, le cêgey nemênê şwên û eser
xemim nedîwe leser textenerdî dinyada
weha bibestê le xoşî û le pêkenîn şeşder
xemim nedîwe berî xwênî dił weha berda
le fwareyî diłewe hełqułête dîde û ser
meger xemê ke lenakaw řijaye ladê û şar
bekaresatî wefatî edîbî danşiwer
ḧefîdî ḧezretî ’ellame, muftî çawmar
feqîdî mîlletî kurd, cênşînî ced û pider
cenabî «bêxudKes» efendî edîbî berzî wiłat
yekem musewrî dinyay sirûr û ḧuzin û keder
le asmanî edebda, bebałî tîjî zeka
fiřî heta geyîye berzîy kemal û huner
edeb le řoḧî ewa çeşnî xwên ehat û eçû
wekû fware heł’eřjaye ser peřey defter
le mubtedawe weha têpeřî be yek hengaw
geyşte tewqe serî kêwî sext û berzî xeber
le beḧrî bê binî ’îlma, heta biłêy melewan
le erzî bê ḧeddî şî’ra, serokî seyr û sefer
çi şa’îrê le kun û qujbinî xeyałata
cîhanî şî’rî wekû zeřeye ehate nezer
be şew lenaw çemenî nezmî bilbilî îlham
teranegoyî xeyałatî ew bû, ta be seḧer
be řoj le medrese, meşẍulî ’îlim û tefsîrî
kelam û sure û ayatî êzedî ekber
hemîşe mestî mey «la alh ala alilhErebî»
qesîdexwanî senay cemalî pêẍember
xem û pejareyî koçî ḧezîn û diłsozî
becarê xoşî û şadî cîhanî kirde keder
ḧeqî bedeste ke dił ta ebed binałênê
mîsalî dengî birîndarê nayê nałe leber
ḧeqe kelam û bedî’ řeş leberken û adab
le quř binîşê le pêwe hetakû tewqî ser
be hewrî matemî, řojî diłim weha gîra
be ḧał tirûske eda, çeşnî çawî tane leser
serê nîye ke nebê gêj û derdedarî xefet
diłê nîye, ke nebê ẍemgusarî êş û keder
nemirduwe û her ejî nawî berz û asarî
heta bimênê cîhan û sema û meh û exter
jyan û berzîy nawî wekû şu’a’êke
hetakû lamutenahî wicûdî dête nezer
xuda le şî’ir û le întacî ’îlim û efkarî
dirustî kirduwe boy heykelêkî berzî zefer
nesb kirawe le saḧey xilûd û sermedya
be heybet û ’ezemet, baqîye heta meḧşer
be nûkî xamey birjang, le xwênî dił «nûrîNasnava edebî»
binûse sałî wefatî «feqîdî feził û hunerHisaba Ebcedê: «fiqîdî fizil û hinir» be ḧîsabî ebced dekate «1375h».»