şîwenî şêx ’ezîzî biray

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  638 Dîtin
le fwarey dił leberçî xwênî geş neřjête serçawim
leberçî sûr nebê dawênî bedbextîy be xwênawim
ke min zanîm îtir merhem nîye bo cergî sûtawim
enałênim le dûrî to, ełêm şerte heta mawim
esîrî xakî goř û newcewanî piř melalim řo
’ezîzim řo, ’ezîzim řo, ’ezîzî newnîhalim řo
be umêdî ewey bême serînit her wekû mecnûnKes
le dûceylî nehatîda enałênê diłey meftûn
be firmêskî pejarem çołî «qifre»m aw eda meḧzûn
keçî emřo byabanê be xwênî dił ekem gułgûn
esîrî xakî goř û newcewanî piř melalim řo
’ezîzim řo, ’ezîzim řo, ’ezîzî newnîhalim řo
lewê dîcle wekîlî dîdekey min bû be lêłî û sûr
sikûtî xestexanet, bû be şînî ’a’îley řencûr
lekatî gyanełay merga be bêkes may, le xwêşan dûr
eme tîrêke cergim kun eka ta řojî nefxî sûr
birayî cerg û dił sûtawî kurdî piř melalim řo
’ezîzim řo, ’ezîzim řo, ’ezîzî newnîhalim řo