ew sere bo çî be daym piř le ’eşqî yar nebê

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  876 Dîtin
ew sere bo çî be daym piř le ’eşqî yar nebê?
ew diłe bo çî be daym ’aciz û ẍembar nebê?
bo dełên ’aşiq kesê laf û gezafê lê bida?
ta le ser goney nîşaney cêge geztey mar nebê
herkesê bêt û biłê min ’aşiqim baweř meke
ta be peykanî mujey meḧbûbekey zamar nebê
dił be meḧbûbe mede meşşate ger bê û ḧîlebaz
esmer û qed ’er’er û xunxar û çaw be xumar nebê
gyan fîday meḧbûbeyê bê diłnewaz û ḧałzan
hemdemî nakes beçe û hem suḧbetî eẍyar nebê
qedrî ’aşiq key dezanê çunke tifłe û bedxuwe?
ta xetî muşkîn leser sefḧey řuxî îzhar nebê
ew cefa û cewrey ke kurdîNasnava edebî lew nîgarey çejtuwe
sed ke bê’ar bê debê bo çî le řuḧ bêzar nebê?