pêncixiştekî leser hełbestêkî «seyd eḧmed elneqîb»

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  669 Dîtin
heta key ateşî nexwet le serta řû le bała bê
nîşatî to bîsatî peřnyan û genc û kała bê
eger meylit heye karit le ’uqba çak û «ewlîErebî» bê
were lade le dinya, bê le mewla řût le «mewla» bê
dił û can û wicûdit her nîsarî şahî «lewla» bê
cîhan řûnake deybînî ema namênê bot herwa
eger to ḧakmî şer’î be naḧeq qet mede fetwa
xetêke musteqîm em şer’e ta dergahî ḧeq eřwa
le řêgey şer’î enwer her kesê lada ebê řîswa
eger şah û geda bêt û eger walîyî wala bê
îmamî şafî’î bê yane e’zem hadîyî xełqin
terîqey suhrewerdî bê weya çeştî leser ḧeqin
le beḧsî batîna etba’yan wek xermenî berqin
terîqey û qadrî neqşibendî her dû řêy ḧeqin
’îlacî qelbî qełbit ke çi lem la bê çi lew la bê
qisey ḧeq her ekem ferzen zemîn sûr ken bexwênawim
egerçî xom be esbabî te’elluq ḧepis û damawim
le daxî ehlî em dinyaye ḧeyranim ke çon mawim
be sełtey surmewe xoy ba’eda wek jin ełê: pyawim
kesê merde ke nûrî batînî saḧêb tecella bê
’edûte nefsî emmare çîye em mare ba bimrê
xerîkî xoyetî herkes ke naka def’eyê fîkirê
leser bûn û nebûnî nefsî řê nada bika şukirê
be nefsî ḧîlebazî xoy biłê: besye ḧeya bigrê
îtir lade le gêjî «la» swarî keştîy îlla bê
’îlac û melce’it kwa, eçîye kwê, ger şahî kawwisî
xetat bê naçîye cennet bezînet gerçî tawwisî
cîhan zîndane ey ẍafił! etoş meḧkûm û meḧbûsî
le heywan û ’urûsî her peşîmanî me’yûsî
ke çunke ’aqîbet merge çi «edna» bê çi «e’la» bê
kesê emřo le dinyada le xewfî axîret girya
le axir mertebey xendane girtî mertebey ’ulya
be ḧubbî dunyewî «zêwerNasnava edebî» serit piř bû le maxulya
le nûrî řojî ’îrfan bê nisîbe saḧîbî dinya
kesê ḧîssey ebê «eḧmedKes» ke lem xełqe tewella bê