pêncixiştekî leser hełbestêkî meḧwî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  925 Dîtin
ke necmî tal’î her kes hełêt û axir awa bê
legeł aba’î ’ulwî ummehatî sufle îfna bê
cîhanî bê sebat û bê beqa bo pîr û beřna bê
nełê merdim ke dinya piştî lew, ew řû le dinya bê
ke pûrî załe boçî pîrezałê pêy řeza nabê
be min ewsafî em mekkareye qet nakirê înşa
egerçî bêne îmdadim sedî wek extel û e’şa
le şêx û ’alim û pîr û murîd û ḧakim û paşa
legeł şah û geda em faḧîşe axir eka ḧaşa
ger ehlî ẍîretî ber lew le xoy û ehlî ḧaşa bê
’eceb meşẍûłî cîlwey saqîy û gułřengî mey û saẍîr
diłî xot xo meke hergîz be bonî xel’etî faxîr
xeyałî xałî muşkîn û nîgahî qametî laẍîr
eger tacit leser ka sertî pêwe qût eda axir
mubarek key ebê ew xel’etey wa xel’î ledwa bê
çi seyyadêke dinya kes řeha nabê ledes dawî
me’al û merce’î xake çi diłsaf û çi kînawî
eger guł sûrme bê ya birme bê řeng sûr û řeng mawî
leber her dadeřnirê cil, çi çînawî çi pînawî
ebête luqme luqme paqle ya paqlawa bê
hetakey xwabî xergoşî segî nefist le řistaye
şeq û zille bibête neqdî ta’et wa le mistaye
eger řastit ewê em we’ze bo şagird û westaye
bira! fîkirî çira, kîbrîtî firset ta le destaye
şewî yelda le pêşe, řojî ’umirit wexte awa bê
le mekirî em ’ecûze sed hezaran newcewananman
nîkaḧî mut’eye wek şî’e taser nabê bo kesman
ke manî her nemane xaney wêraneye bo man
bikeyn ah û fuẍan û agirê berdeyne xanûman
xerabatî meḧebbet ḧeyfe bê aşûb û ẍewẍa bê
’ebes «zêwerNasnava edebî» ke meşẍułî ḧîsabî mahekey delwî
’emel îcrake bêhûde xerîkî serfîy û neḧwî
binałêne wekû qumrî eger to talîbî serwî
legeł nałîn û girye ḧazre feryadřes «meḧwîKes»!
«lîbkiwaErebî» řê eda pîrî terîqet tîflî sawa bê