pêncixiştekî leser hełbestêkî «mela řeşîd»y lawe ke naznawî «ma’îl» buwe

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  765 Dîtin
em tifengî desî şêx qadre marmêlke tezên
lazme hecwî bikem layqî westaye cwên
bîbene guł’umer û bîxene naw awî dełên
çi tifengêke be şerit qabîle bo darî kulên
ta biłêy qurs û şikaw û bed û fîşek neteqên
seyrî fîşek leẍekey xoşe ke řeq bû be hetaw
şemsîye fîşekî dernaye be se’yekî tewaw
fîşekî gulle şil û eẍłebî barûtî řijaw
seyrî fîşek liẍekey ken le dûsed lawe diřawe
fîşekî qełb û qebaẍî řeş û dujmin netřên
eme karî çi nezanêke biřo bîberewe
ger neyangořîyewe heste le nodêCih werewe
negbet û şûme be ummêdî neçête derewe
were «qadirKes» be qisem ke netewê bîberewe
neqîzey cûtî gelê çatre wek xełkî ełên
ewî kirdûye be şagirdewe qabîl be şeqin
herçî eczay ke heye hecûy bikem musteḧeqin
ceř şil û derzî kul û xane swa û cumle şeqin
qoł û paş û maşekey û lûlekey her sê eleqin
şeqşeqey çake ḧeqîqet emete qořî tiřên
ferdî tenha nîye, hîç cînsî nîye, new’î nîye
ger tifeng dest nekewê muşterîy bey’î nîye
gullekey wek pelepîtke eserî qet’î nîye
lûlekey bo kilkî tewrdas nebê hîç nef’î nîye
bo çeqo ger des eda, bo demekey kûre demên
her supahê ke le ewqatî mesafa řîzin
emeyî tê bikewê herwekû mangay ḧîzin
gunî fîr’ewn be kunî xanî ke her naçîzin
keçeł û gêçeł ebê herdû becût têy mîzin
ewî kirdûye be dił gûy segî hewşarî beřên