çîřokî komełayetî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 4 Xulek  823 Dîtin
dîm le xewda şewê xewêkî xirap
ke ne qur’an ezanim û ne kîtab
çûme xizmet melayekî ’esebî
witim ey warîsî ’ulûmî nebî
emewê fêrî xwêndin û xet bim
le şetî ’îlimda wekû «bet» bim
witî fêrbûn -begewreyî- be piław
parû bo lût ebey we ya bo çaw
eḧmeqî, to nezanî, nayzanî
çon ebî to be «bet» be asanî
witim ey nûrî dîdeyî îslam!
kaşîfî ḧîkmetî ḧełał û ḧeram
na’umêdim meke ḧeq û ucret
neqdî gyanim ehênme xizmet
lem qise endekê serî lerzan
witî lêm lade cahîlî zorzan!
etewê pêt biłêm eger qur’an
emewê mangî ucretî de qiřan
kewşekeyşim diřawe pîney ewê
bêne çakî bike negate şewê
kewşekanî melam leser ser na
çûme lay pînedoz be şewq û ẍîna
seyrî westam ke kird çi karî nebû
zahîren taqet û qerarî nebû
witim ey mame pîrî sen’etkar
çaweřêy lutfî tom le naw bazař
cûtê kewşim heye meḧellî esef
pîney lazme legeł naw kef
witî: birsîme natewanim min
eme dû řoje dûr le nanim min
řake lay naneway kulêre firoş
bêne nîw ḧoqqe nanî zor bon xoş
kewşeket çak ekem beserçawan
to biřo nanê bêne bom bedewan
çûme lay nanewa selamim kird
bo kulêre îfay meramim kird
witî bawkim firoştenîm nîye nan
bêne ard bot bikem be nanî cwan
çûme berdem dukanî yek ’ellaf
witim ey ḧacî tûbî beyt û tewaf
hoqeyê ardî gendumim biderê
nirxekey çende pare bênme derê
witî: ardim nîye ewî mawe
muşterîy parekey hemû dawe
lay felaḧ bêne gendumêkî temîz
bot ekem zû be ard û nanî ’ezîz
çûme lay felaḧî xawen cût
mexzenî řîzq û me’denêkî qût
witim: ey xoşewîstî gyanleberan
yek «men»m lazme genim bo nan
witî: nemawe dane gendumî par
zû be zû řake, bom heta bazař
bom biçore dukanî asniger
pêy biłê mamekey hunerperwer
dasekanî felaḧekem biderê
çend sepanêkî girtuwe bekirê
dasekanim bigate dest emřo
berkutit bo ekem leber diłî to
çûme xizmet cenabî asniger
dîm kizumat û ’aciz û muzter
basî dasî felaḧekem la kird
le werama ewîş qisey wa kird:
min çilon kar bikem be lerz û ta
tawê sermame tawêkîş germa
kes nîye takû lay pizîşk řaka
bom bihênî ḧebêkî lerz û ta
na’îlac çûme lay pizîşkî wiłat
witim ey ’aqłî be me’lûmat
bimderê yek dû ḧebbî siłfate
xestexane mekanî xêrate
witî: tařêk exem dewayekî baş
řake bom bang ke xelfeyekî dartaş
şûşekey têk şikawe pencerekem
têkî da «ba» kitêb û defterekem
zû be gurcî geyştime bazař
çûme berdem dukanî yek neccar
çoł bû dukan le xelfe û westa
wityan: êste zor nîye hesta
çuwete lay xeyat û cil ebřê
bûk ehênê tedarekî ekřê
na’îlac bûm leber dukan westam
seyrî xełkim ekird wekû sersam
piř bû meydan le ladêy û şarî
hemû aławne yek be hoşyarî
ẍełbe ẍełb û hera heray merdûm
xewe şîrînekey le des kirdim
řapeřîm seyrî xom û małim kird
lem xewe dîqqet û xeyałim kird
witim: em xełke weḧşîy û medenî
îḧtyacin beyek feqîr û ẍenî
wekû zincîrin û têk aławin
qaçin û destin û ser û çawin
dewłemend ḧeyfe řû nekate feqîr
bo feqîr nenge terkî emrî emîr
dewłemend ḧeyfe kîbir û fîzî bê
bo feqîr buxil û natemîzî bê
tîẍî destî yekin ẍenîy û feqîr
şêłrawin hemû be çeşnî hewîr
cûtyar û şwan û şah û geda
hemû muḧtacî yektirin bexuda