çîřok - sê hawřêy çawbirsî
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
4 Xulek
879 Dîtin
sê řefîq hebûn biraderî gyanî
weys û elyas û nale bokanî
her sê bê kar û natewaw û feqîr
weys û nale cwan û elyas pîr
nanî gałyan lela şekirileme bû
çay şîrînyan begwêz leme bû
řût û qût û bê newaw û bê ciluberg
her sê awate xwazî sa’etî merg
řojê kobûnewe be penhanî
ta biken çarî derdî bê nanî
weys witî: çarî em xem û derde
ke bibîne diz û seg û cerde
wityan pêy fîkireket be naneletê
daykî diz sîng exwat û sîng ekutê
lay nesara û cûleke û îslam
pyawî diz ḧurmetî nîye û bednam
mame pîre witî: le małew mał
dewłetêkî bê ezîyete, swał
wityan ’eyb û ’are swałkirdin
sed keřet xoştire, le swał mirdin
nale hate ziman witî: yaran
lazme řû bikeyne řêy şaran
ême lem şare bam bikeyn hîcret
ḧereket qet nebuwe bê bereket
fîkirî nale qibûł kira derdem
kewtine řêge sê kesî hawxem
paş dû sa’et geyştine hewraz
şaxî zor sextî piř le wirç û beraz
parçe hewrê le asman derkewt
wityan: bam biçîne naw eşkewt
hewreke zyadî kird birûskey da
le piřa qetre qetreyek day da
zyadî kird qetre qetrey baran
şeqe şeq kewte naw gełay daran
kewtine gêjî mîḧnet û serma
le hemû wişkî ya didanyan ma
be hezar derd çûne dem ẍarê
seyryan kird le nawye řeş marê
maryan dî geřanewe piř xof
destyan kird be ah û ax û of
wityan: ey xway zemîn û zeman
’almî xot be karî řaz û nîhan
birsyetî û barş û heway serma
ejdehayşiman ehênîye ser řêga
ya îlahî çîye qebaḧetman
dem bedem zyade eka musîbetman
lem munacateda bedił giryan
lutfî ḧeq kewte zahîrî boyan
ejdehake kişayewe naw kunî xoy
lew mekane ke bû bebê deng řoy
çûne jûrê řefîqekanî sefer
hemû dił piř le agir û leşî teř
nîw se’atê le paş wiçan, hestan
bo mił û mûş beẍarda egeřan
seyryan kird le tarîkîy eşkewt
yek hemane le cêge mar derkewt
her beẍar çûne ser hemane řizîw
seyryan kird piře le zêř û le zîw
şukirî ḧeqyan becê hêna yek yek
wityan ya îlahî «ḧimdaً likErebî»
mame pîre witî: qisey nawê
carê weys ba bidate şar tawê
dûr nekewtûynewe tewawîy le şar
nan û pêxor lewêwe bînê beẍar
weyse zû kewte řê dirawî bird
be diłî xoş nyazî şarî kird
car becar řay ekird û carê řewt
hoşî dabuwe hemanekey eşkewt
witî: boçî hemaneyek ałtûn
bîdeme dû řefîqî xwar û zebûn
zehryan bo enême naw pêxor
herdû bimirin bebê hera û şeř û şoř
xom becarê ebim bexawen mał
xawenî koşk û bax û cah û celal
řoyî tertîbî zehir û nanî kird
řûy le yaranî natewanî kird
bêyne ser basî nale û elyas
kewtine beḧrî ẍa’île û weswas
nûrî îmanyan le dił labird
qesdî qetlî řefîqî xoyan kird
nale hate ziman witî ey yar
em hemû zêře bo çibkeyn be nîsar
em hemane bikeyn be dû teqsîm
weysî segbab biçête narî ceḧîm
pîre pêy xoş bû fîkirekey nale
zor beçak hate qelbî em fale
em qisane tewaw nebû weysî
hatewe mandû û mirdû û zik birsî
nan û pêxorekey le şan labird
wekû seg nale ḧemley bo bird
day be’erza swarî sîngî bû
mame pîreyş be yarîdedanî çû
weysî mandû hîlak û bê quwet
kewte jêr çingî dû segî pê pet
her bedû sê deqîqe xinkanyan
zû firoştyan bepare îmanyan
nale neyhêşt ke pîre bigrê wiçan
zû bezû mame pîreşî xinkan
ke lemane necatî bû nale
witî bo min zemanî îqbale
nanî xom ba bixom bekeyf û sefa
wa necat bû le feqir û řenc û cefa
qołî hełkird û nanekey hêna
řûbeřûy xoy hemanekey dana
takû twanî le nan û goştî xward
arezûkey çuwe ser awî sard
hate serpê kewa biçê bo aw
be lepa kewte ser hemane diřaw
zehreke karî kirde naw cergî
tîjřewîy da be hatnî mergî
nale zû bû be fasqî meḧrûm
kewte şwên dû řefîqekey meş’ûm
emeye axrîy teme’karî
le teme’ lade ger to hoşyarî