le sitayşî baxî mizgewt

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  527 Dîtin
medḧî em baxe bikem řast û ḧeqe
piř le corî gułî ałtûn tebeqe
şestipeř û «lale ’ebas» û «gułenaz»
wekû estêre û řoj û şefeqe
«terxûn» û «meskî» û «ne’na» cwê cwê
xwar û jûrin tebeqen ’en tebeqe
berîy qeddî «çinar» û bîyekey
herwekû qametî «’ûcî ’eneqe»!
basî mînayî şerabî çi biłêm?
daxî mînayî şeřab û ’ereqe
wesfî em siłqe le kerkûkCih bikirê
sed «kemal zade» lewê ḧałî şeqe
her kesê hate temaşay û witî:
«maşa’ alilh lin qid xeleqeErebî»