bo muftî pênciwînî «mela ’ebdułła»

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  557 Dîtin
«bark alilhErebî» le muftîy pênciwîn
şî’rekanî betamin û řengîn
herwekû muftîy felestînî
buwete xem xwarî mîlletî mîskîn
wekû be’zê serî nekirduwe bego
bo şeqî lawekanî řûsîmîn
fîkirî ew dêrî kone em bîkire
fîkirî muftî mwafîqe bo dîn
ya telebkarî ’îlmî kîjane
ya bekesb û ’emel ekate tełqîn
gerçî muftî le řutbeyî şî’ra
neygeyanduwete şa’îrî dêrîn
ẍayetî çunke başe mewzû’î
lay hemû buwete mezherî teḧsîn
muftîy şarekey silêmanîCihş
wekû bîstûme geywete seb’în
aferîn bo ewîş kewa merde
fîkirî bîkirî nebirde jêrî zemîn