le sitayşî şêx «mistefay neqîb»

hate xewm
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  848 Dîtin
hate xewm dilberî sîmîn beden, guł ’uzar
zînet û arayşî dabû wekû newbehar
řoynî «kebkî durî» ’îşwe û cîlwey perî
ebroy wek xencerî qelbî ekird zexmidar
ẍenc û ’îtabêkî bû, naz û ḧîcabêkî bû
meylî kebabêkî bû wek diłî ’uşşaqî zar
hate tekellum witî ’aşiqî û dił letî
ma’îlî řûy ’uşretî, bêne meyî xoş gewar
wextî şerab û meye berbet û çeng û neye
meclîsî şahî «key»ye we’deyî bos û kenar
hatme cwanî ḧebîb, ey behemû derd tebîb
bêtu bizanê «neqîb» herdû ebîn şermesar
řû le cefaman eka, terkî ḧeyaman eka
tûşî bełaman eka, wêłî dyare û dyar
nawî «neqîb» y ke bîst beḧsî sîfatî ewîst
lałe le wesfî ziman camî’î fezil û wîqar
«abin mizîdErebî» e û «ḧetem», dergehî «bît alḧirimErebî»
saḧîbî cah û ḧeşem dêne derî şar beşar
ḧubbî legeł ’alman, buẍzî legeł załman
mu’teberî ḧakman saḧêbî cah û wîqar
řojî weẍaw û qîtal ḧemley şêran mîsal
saḧêbî feřiř û celal muntexebî řojgar
ehlî zemîn û zeman cumle mutî’in becan
ḧukmî beser dujminan «carî» ye wek«zu alifqarErebî»
niḧmidik rّbina! misilة e’tîtnaErebî
zilk fixir lina fuq cimî’ aldyarErebî
seyîdî e’la neseb şêre le wextî ẍezeb
camî’î ḧukim û edeb bendeyî perwerdigar
řebbî leber xatrî seyîdî «fixir al’enamErebî»
qet le nizûla nebê zatî se’adet şî’ar
xakî qedemgahî ew tacî serî zêwerNasnava edebîe
darûy derdî sere merhemî dił zexmidar