kak eḧmedî şêx

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  822 Dîtin
her hîmmetî kak eḧmede wa buwete cîhangîr
her xakî derî merqedî ew pîreye îksîr
nûrî ewe carî buwe wek şu’ley xurşîd
feyzî ewe řom û ’ecemî kirduwe tesxîr
kak eḧmede şehbazî terîqet be ḧeqîqet
ew bû ke ’esa bû çi lebo cwan û çi bo pîr
ew zate melek xesłete bû řûy lexwa bû
kak eḧmede ewsafî hemû nayete teḧrîr
ey munkîrî cah û şeřef û feyz û keramat
xot lade ke nîştûy le beraber demî şest tîr
meḧbûbî hemû ’alem û meczûbî îlahî
şêxî qere çêware ke şeytanî ekird zwîr
asarî fuyûzatî diłî şêx kerîme
xistûyete naw qelbî hemû kurdewe te’sîr
«kanî kewe» dêłêje, meqamî «giłe zerde»
şêranî zemane exene ḧełqey zincîr
ey talbî dîn, ’aşiqî ḧeq, salîkî ’arîf
bo xizmetî em ta’îfe lazim nîye te’xîr
boçî nebme bende û derwêşî emane
merbûtî îlahîn çi be tehlîl û çi tekbîr
derwêşe ke maryan le desa ’eynî xeyare
derwêşe ke şêrî neř eka beste û zincîr
derwêşe be zîkir û be def û şewq û sema’e
derwêşe ke dinya le nezeryaye wekû bîr
«zêwerNasnava edebî»! were derwêş be bedił nek be ser û pirç
wek munkîrî bê dîn be hewes řût mekere qîr