sitayşî ḧezretî ẍewsî geylanî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  844 Dîtin
minim gedayî derî baregahî ḧezretî ẍews
nwałe coyî sexay feyz bexşî nî’metî ẍews
ře’îsî ta’îfey ewlyaye geylanî
geyşte hînd û ḧebeş şewqî nûrî tel’etî ẍews
delîlî salîkî halîk, çiraẍî gum geşte
sîracî zumrey eqtabî dehre hîmmetî ẍews
nejadî ḧezretî zehraKes û nûrî çeşmî «ḧisînKes»
terîqî eshele bo me’rîfet terîqetî ẍews
be sîm û zeř meke teşbîhî xakî damanî
ke tacî ferqî emîrane xakî turbetî ẍews
teseřřufatî ḧeyat û mematî yeksane
tebeddulatî nebû feyzî nûrî şewketî ẍews
derûnî «zêwerNasnava edebî» û derya, gelê leyek dûrin
le fîkirî ew bedere, medḧî cah û ḧeşmetî ẍews