kotir û řawker
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
821 Dîtin
kotrêk lenaw goşey hêlane
emîn bû le dest ẍedrî zemane
řawkerêk řojêk bo řaw le seḧra
be dewrî baẍda ta twanî geřa
zor geřa sayey teyrîşî nedî
’aciz bû, geřawe, bo meqsedî
kotir xoy derxist lenaw hêlane
eḧmeqî derdî be bê dermane
le axrî xoy nezan bû lewê
bangî însan! eto çît dewê
řawker geřawe řûy kirde lay deng
le řûy saḧîb deng boy řagirt tifeng
be teqey tifeng ser berew xwar bû
kewte jêr demî kêrd û çeqo zû
way wit ke kewte ew musîbete:
«ziman bwestê ser be řeḧmete»