wirçî xetîb û meymûn

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  614 Dîtin
lenaw diřinde û gyandarî weḧşî
nêre wirçêkyan çuwe ser kursî
xutbey dest pê kird bo têgeyandin
îşarey ekird bedest cûlandin
beřast û çepda xoy heł’esûřan
be dengêkî zil wek ga eybořan
eyut le wextî xeşim û ẍezeba
xotan lameden le řêy edeba
’îlim sîfetî xway bê hawtaye
řiq xwardinewe emrî xudaye
lenaw weḧşîyan meymûnî zorzan
lasay wirçî kirdewe zor cwan
xoy řa’eweşan destî ecûłan
kewtine pêkenîn meclîs hemûyan
ke wirçe bînî kirdewey meymûn
diłî twawe her bû be mecnûn
hełmetî birde ser meymûn be qîn
kirdî be matem xoşî û pêkenîn
komełî weḧşî biław bûnewe
bo cêge û laney xoyan çûnewe
eyanut ême le şeř dûr eka
keçî leşeřa xoy řenceřo eka