şêx bo çî leser mestî degeł min be ’îtabe

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  825 Dîtin
şêx bo çî leser mestî degeł min be ’îtabe?
mer dił şikenî û kafrî kemtir le şeřabe?
’îşq er ẍemî hîcranî nebê xoşe, bełê řast
bê dewłetî xoy çake bełan qortî xerabe
’aşiq ke le dinya ẍem û hîcrane nesîbî
sed dozexî bo taw de, çi bakî le ’ezabe?
hat bom segî dergay û zirîqayewe deykut
her lêy geřê ba bîgezê, azarî sewabe
ey dił be temay řeḧmî le yar? nabełedî boç?
key řeḧmî le diłda buwe ew řafzî babe?
namem be xemoşî ke cwab dayewe zanîm
bo min nenwîsê ke cwabname cewabe
we’zî ’ulema kurdîNasnava edebî le naw mecme’î ’uşşaq
bê ’eynî qisey qewm û guzariştî ’ezabe