kewa darayî zeř kutek, kemer çîn, cubbe gułnarî

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  580 Dîtin
kewa darayî zeř kutek, kemer çîn, cubbe gułnarî
kiław lar, çaw xumar, şîrîn swar, xał mîşkî tatarî
ke manî hate ser kêşanî ebroy to le paş çawit
le mestî destî wa leẍzî ke keç hat xettî peřgarî
guł emřo xoy muqabîl kird le lay xełqî be řuxsarit
bełê her dem diřaw û herzegon meḧbûbî bazařî
du’am kird çaweket xoş bê ke xoş bû emnî bîmar kird
řefîq! aman! du’a ken řebbî załim her be bîmarî
eger to řast dełêy û qatłî dił bî, edî boçî
dirozin tîrî mujganit be xuř xwên dê le sofarî?
wekû fewware xwên detkê le goşey mîḧwerî gerdûn
le çawey çawekanî min le dûrît hênde xwên barî
muneccîm goşeyî çawtî ke dî nûsî le teqwîmda
ke emsał zuzeneb tal’ buwe, îfsade asarî
etoş teqlîdî zulfî yar dekey wa dyare ey ’eqreb
ḧeya herwa le çawda, çî biłêy ey kwêre muxtarî?
çwar çit qet meke xwahîş le çwar kes kurdîNasnava edebî ta mawî
le xot ’eqił û le dił sebir û le bext îmdad, le yar yarî