se’at

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  658 Dîtin
se’atekey min cwan û bekare
řoyînî weqtan eka jimare
ke dewrey şew û řojî tewaw bû
dûbare sazî ekem zû bezû
paş û pêş naka beyek deqîqe
zorim xoş ewê wekû řefîqe
her karim bê bewî řêk ekem
be tertîbêkî zor baş û meḧkem
her kes be tertîb řêk neka karî
rêkupêk nabê hemû kirdarî