ḧekîm

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  677 Dîtin
min ḧekîmêkî çak û behuşim
da’îm xerîkî karî nexoşim
çarî derd ekem be dermanî baş
heta şîfay dê be fikir û hoşim
çakbûnî nexoş ḧeqdestî mine
çaw le ucret û ḧeqî epoşim
ḧiqûqyan heye xelq besermewe
lam yeke ẍeyr û hawdînî xoşim
çunke întîhay ’îlim her nîye
be hemû new’ê min tê ekoşim
bo hemû derdê dermanê heye
weqtî ’îbadet boye řûxoşim