xwa nasîn

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  629 Dîtin
her xwaye «cel şi’enhErebî» saḧêbî sîfatî baqîye
xway xelq ’erd û asman xway beḧir û awî carîye
gwêy lêye herçî to biłêy ger aşkira û penhanîye
mêrûleyek biřwa beşew lay ew weku řoj dyarîye
zor nî’metî way dawe pêt xarc lefkirî ’alîye
dana û twanaye beḧeq zatî le niqsan xalîye
tirist bibê lew xalîqe
qehrî nesîbî ’asye