cugrafyay ’îraq

«bo mindałe piçkołekanî mekteb»
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 3 Xulek  835 Dîtin
be sê mentîqe ’îraq beş kira
şîmal û weset cinûb nawnira
hemû şarêkî pêy ełên lîwa
çwarde lîwaye bînrane herwa
çwar lem şarane kewtuwete şîmal
silêmanîyeCih û kerkûkCih y xoşḧał
hewlêrCih û mûsiłCih şarî meşhûrin
be zira’et û sen’et mesrûrin
mintiqey weset hewmiwî şeş şare
yekê beẍdaCih ye ełêy gułzare
dyale û dilêm, ḧille û kerbela
şarî kutîşe dûr bin le beła
mintiqey cinûb ewîş çwar şare
şarî besreCih ye legeł ’îmare
sêyem muntefk çwarem dîwanî
lazme nawî hemûy bizanî
lîway dyale merkezî zor cwan
lem axreda buwete şareban
lîwakey dilêm şarî řumadî
buwete merkezî le deşt û wadî
lîway muntefk nasryeye
şarêkî taze û be qa’îdeye
ḧidud û çwar terefî ’îraq
ḧidudî ’îraq şerqî îranCih e
ẍerbî sûryeCih her byabane
hemû şîmalî hî turkyaCih ye
şîmal şerqî îranî tyaye
cinûbî xelîc, îmaratCih û kwêtCih
seḧray necdîşe me’lûm bibê lêt
îdarey ’îraq
îdarey ’îraq buwete meşrûte
ḧikûmetêkî cwan û mezbute
beẍda paytexte melîknişîne
legeł wezîran îdare bîne
meclîsê mîlilit meclîsê e’yan
qanûn řêk exen be dił û be gyan
legeł řêk xira qanûn û nîzam
tetbîqî eken wezîran temam
nehrekanî ’îraq
nehrî naw ’îraq dîcle û furatin
ełêy kewser û awî ḧeyatin
xêr û nef’yan nakirê jimare
diruste biłêy qetrey dînare
têkeław ebin lay qurne herdû
emca gum eken nawekey pêşû
be şet el’ereb şuhirit wer’egrê
be hemû new’ê awî lê ebrê
serçawey dîcle xwarî gołî wan
belîway mûsił dête wiłatman
furat lenaw turk dête sûrye
le dêr bo ’îraq westanî nîye
herwek ’aşiqî mecnûn û muştaq
herdûkyan xoyan ekutin bo ’îraq
ticaretî ’îraq
«sadre»
ticarî ’îraq ticaret eka
dirawsêkanî zyaret eka
eçîne necd û kwêt û îran
felestîn û erden, sûrye, lubnan
bo hindistan û ewrûpaş eřwa
lew małey ’îraq ke eybê eyba
enwa’î xurma enwa’î xele
ḧeywanî nałdar, simdar begele
ketîre û mazû û binîşt û xurî
heta hêlkey zor legeł mamrî
le sałî hezar û nosed û sî û çwar
le mûsłewe řoyî mamir sed hezar
sed û sî hezar bizin legeł meř
řoyî bo sûrye beřêy çol û ber
pênc hezar senduq hêlkeş nêrra
yaxwa awabê memleketî wa
warde
ewey bo ’îraq dê le derewe
qawe û çayî beşekirewe
kutałî zor û małî ’etarî
’îraqî piř kird lay serûxwarî
new’î ’etryat qîsmî meskirat
pul û pareyan biřî le wiłat
nifûsî ’îraq
çwar milyon ebê nifûsî ’îraq
řûy le zyadîye be emrî xellaq
le kitêbî «sîr al’etfalErebî» ḧîkayetî mindałan û hêndê kitêbî «qira’ةErebî»m terceme kirduwe be kurdî bo hemû mindałanî mekteb, lazme em şî’rane leber biken, çunke nesîḧet û exlaq te’sîr le řoḧîş eka û gewreş bibî ew te’sîre her emênê «û min alilh altufîqErebî».