goranîy leser kêşî «rum aylminîk daẍlimirî war»

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  520 Dîtin
ey şagirdanî weten řojî feził û hunere
lem wext û lem zemaneda danîştinman zerere
newnemamî naw wetenîn zîndegîman bo çîye
bê şewqî ’îlim û me’arîf cûłanman bê semere
des le mil yektirî keyn bawek bira bîn hemû
çawî le destî êmeye em dayke quř besere
mekteb şûrey qełamane bo ḧîfzî dîn û dinya
însan ke nexwêndewar bê kem qedir û bê cewhere
kurdistanman bo bêbeş bê le enwarî me’rîfet
awwiheway wek beheşte daruberdî gewhere