goranîy şagird

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  572 Dîtin
zemanî tîflîy têpeř bû selamet
lecêy hat wextî se’îy zor beqîmet
bełê ḧewt sałegîm řabûrd û řoyî
geyştime řîzî lawanî behîmmet
le řêgay xwêndina wa tê dekoşim
ke biçme mertebey jûrûy ze’amet
be se’îy min diłî xoşe mu’ellîm
epoşim bergî erbabî keramet
le dersa hoş û goş ḧazir ekem boy
hetakû tê bigem dersim temamet
ke cwabêkim biłêm wextê depirsê
řeza bûnî «tebessum» ye ’elamet!